Rêjeya veberhênana Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê bilind dibe

her du aliyan tekezî li ser berdewamiya xebatên hevbeş yên di çarçoveya berjewendiyên hevpar de kirin.

Oct 2, 2025 - 13:31
Rêjeya veberhênana Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê bilind dibe
Rêjeya veberhênana Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê bilind dibe

Hewlêr - Kurdistan: Dr. Mihemed Şukrî, Serokê Desteya Veberhênanê, bi Arman Topçu Konsulê Giştî yê Komara Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê û şanda pê re civiya.

Di civînê de, Konsulê Giştî yê Komara Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê, kêfxweşiya xwe ji zêdebûna hejmara kompanyayên welatê xwe li Herêma Kurdistanê anî ziman û spasiya Serokê Desteyê û fermangehên veberhênanê kir ji bo wan hêsankariyên ku ji bo veberhênerên Tirkiye dikin.

Piştre, her du aliyan tekezî li ser berdewamiya xebatên hevbeş yên di çarçoveya berjewendiyên hevpar de kirin.