Pêşangeha Karîkatûran a 'Peyama Xetên Germ' Sibê Vedibe
Pêşangeha Karîkatûran a 'Peyama Xetên Germ' Sibê Li Hewlêrê Vedibe

Hewlêr - Kurdistan: Pêşangeheke karîkatûran a hevbeş bi navê 'Peyama Hêlên(Xetên) Ger' wê sibe, roja Çarşemiyê, 1ê Cotmeha 2025 an, li Hola(Salona) Galeriya Medyayê ya li Hewlêrê bê vekirin.
Li gorî daxuyaniya ku hatiye belavkirin, di vê pêşangehê de berhemên hunermendên karîkatûrîst Bekir Ebdulrehman û Cebar Sabir Qadir dê ji bo mêvanan bên pêşandan. Pêşangeh ji aliyê Rêveberiya Hunerên Şêwekarî(Dîtbarî) ya Hewlêrê û Galeriya Medyayê ve tê organîzekirin, û Mamoste Mihemed Qadir jî wekî berpirsiyarê giştî yê hunerî beşdar dibe.
Pêşangeha 'Peyama Hêlên Germ' dê ji komek tabloyên karîkatûrî yên xwerû pêk were, ku tê payîn dê bala hezkirên hunerê û gelê herêmê bikişîne.
Vekirina pêşangehê dê sibe di saet 10:30ê sibehê de pêk were û dê heta 2ê Cotmeha 2025an ji bo ziyaretvanan vekirî be. Organîzatoran diyar kir ku ew bangî hemû hunerhezan û welatiyan dikin ku beşdarî merasîma vekirinê bibin û pêşangehê ziyaret bikin. Pêşangeheke bi vî rengî ji bo pêşxistina hunera karîkatûrê li Kurdistanê û ronîkirina mijarên civakî bi rêya hunerê girîngiyeke taybet heye.