Pirtûka 'Sedsalek Serpêhatî û Gotûbêj, Kurd û Iraq û Nasnameya Herêmên Kurdistanî yên Nakok' Hat Weşandin

Pirtûka 'Sedsalek Serpêhatî û Gotûbêj, Kurd û Iraq û Nasnameya Herêmên Kurdistanî yên Nakok' Hat Weşandin

Oct 2, 2025 - 11:45
Pirtûka 'Sedsalek Serpêhatî û Gotûbêj, Kurd û Iraq û Nasnameya Herêmên Kurdistanî yên Nakok' Hat Weşandin
Pirtûka 'Sedsalek Serpêhatî û Gotûbêj, Kurd û Iraq û Nasnameya Herêmên Kurdistanî yên Nakok' Hat Weşandin

Hewlêr - Kurdistan: Pirtûka bi navê 'Sedsalek Serpêhatî û Gotûbêj, Kurd û Iraq û Nasnameya Herêmên Kurdistanî yên Nakok' ji aliyê Saziya Ansîklopediyê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ve hat çapkirin û weşandin.

Ev pirtûk ku ji aliyê Dr. Macîd Xelîl Fettah ve hatiye nivîsandin, di bingehê de lêkolîneke akademîk e ku behsa dîroka pevçûnên di navbera Kurdan û hikûmetên Iraqê de li ser herêmên Kurdistanî yên derveyî rêveberiya niha ya Herêma Kurdistanê dike. Pirtûk ji pêşgotinek, dergehek, sê beş û her beşek jî ji çend babet û mijaran, û herwiha ji pêveka belge û nexşeyan pêk tê.

Beşên Pirtûkê:

Dergeha Pirtûkê: Derbarê dîroka sînorên cografîk, têgîn û çarçoveya neteweyî û taybetmendiya nasnameya pêkhateyan de ye.

Beşa Yekem: Ji bo dîroka pirsgirêka herêmên Kurdistanî yên derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê û pêvajoya danûstandinên di navbera serkirdatiya Kurd û dewleta Iraqê de hatiye veqetandin. Ev beş ji du babetan û çend mijaran pêk tê:

Dîroka pirsgirêka herêmên Kurdistanî di serdema Keyaniyê de (1921-1958): Ev babet, aliyên navxweyî, herêmî û navneteweyî yên girêdana Başûrê Kurdistanê bi Iraqê Erebî ve, qonaxên cûdakirina herêmên Kurdistanî û dîroka pirsgirêkê heta Şoreşa 14ê Tîrmeha 1958ê dihewîne.

Pirsgirêka herêmên Kurdistanî yên derveyî Herêma Kurdistanê di pêvajoyên şer û danûstandinên (1958-1992): Ev babet, bandora rewşa Şoreşa 14ê Tîrmeha 1958ê ya Iraqê li ser herêmên pevçûnê, herêmên pevçûnê di danûstandinên di navbera serkirdatiya Kurd û hikûmetên Iraqê de (1958-1975), û cihê herêmên Kurdistanî yên derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê (1975-1992) analîz dike.

Beşa Duyemîn: Taybet e bi siyaseta dewleta Iraqê û partiyên Kurdistanî û Iraqî yên li ser vê pirsgirêkê di navbera salên (1958-2010) de. Ev beş ji du babetan û çend mijaran pêk tê ku siyaseta erebkirinê, koçberkirinê û paktawkirina etnîkî ya herêmên Kurdistanî yên derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê di polîtîkayên hikûmetan de dihewîne. Herwiha, cihê herêmên Kurdistanî yên derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê di nêrîna partiyên Kurdistanî û Erebî yên Iraqê de jî tê vekolîn.

Beşa Sêyemîn: Taybet e bi siyaseta herêmî û navneteweyî û proje û destûrên Iraq û Kurdistanê yên li ser pevçûnê. Ev beş jî ji du babetan û çend mijaran pêk tê:

Siyaseta navneteweyî û herêmî ya derbarê herêmên Kurdistanî yên derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê de: Di siyaseta navneteweyî de nêrînên DYA, Brîtanya û Rûsyayê hatine girtin, û ji welatên herêmê jî Îran û Tirkiye wek mînak hatine anîn.

Herêmên Kurdistanî yên derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê di bend û madeyên destûrî yên Iraqê de: Ev babet rewşa herêmên Kurdistanî heta sala 2003 û rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê di navbera salên 2003-2010 de, li gorî madeyên destûrî, vedikole.