Serok Barzanî pêşwaziya Sekreterê Giştî yê Partiya Mutehîdûn kir

Serok Barzanî pêşwaziya Sekreterê Giştî yê Partiya Mutehîdûn kir

Jun 22, 2026 - 10:07
Serok Barzanî pêşwaziya Sekreterê Giştî yê Partiya Mutehîdûn kir
Serok Barzanî pêşwaziya Sekreterê Giştî yê Partiya Mutehîdûn kir

Roja yekşemê 21ê Hezîrana 2026an li Pîrmamê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li birêz Usame Nuceyfî, Sekreterê Giştî yê Partiya Mutehîdûn û şandeke pê re kir ku ji hejmarek kesayetiyên siyasî yên Iraqî pêk hatibû.

Di wê hevdîtinê de, rewşa siyasî ya Iraqê û asteng û derfetên li ber pêvajoya siyasî ya Iraqê hatin gotûbêjkirin. Herwiha tekez li ser hevahengiya di navbera aliyên siyasî de ji bo derbaskirin û çareserkirina kêşeyan kirin.