Serok Barzanî pêşwaziya Parêzgarê Bexdayê kir
Serok Barzanî pêşwaziya Parêzgarê Bexdayê kir
Roja şemiyê, 20ê Hezîrana 2026an li Pirmamê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li birêz Etwan El Etwanî Parêzgarê Bexdayê û şandeke pê re kir.
Di hevdîtinê de, Parêzgarê Bexdayê û şanda pê re pesna xebat û qurbaniyên gelê Kurdistanê yên ji bo gihîştina azadiyê kirin. Herwiha rola dîrokî ya Serok Barzanî di wê xebata dûr û dirêj de, hewlên ji bo avakirina aramî, tebayî û vejandina Herêma Kurdistanê û rola wî di avakirina Iraqa nû de bilind nirxandin.
Her di wê hevdîtinê de, Serok Barzanî ronahî xist ser têkoşîn, xebat û qurbaniyên gelê Kurdistanê di qonaxên cihêreng de. Herwiha aştî, çanda lêborînê û tebayî wekî bingeha sereke ya pêşketin û vejandina Herêma Kurdistanê û Iraqê pênase kir.
Di beşeke din a hevdîtinê de, derbarê ezmûna Herêma Kurdistanê ya di geşepêdanê de û hewlên ji bo başkirina rewşa xizmetguzarî û aramiya Bexda û parêzgehên din ên Iraqê de danûstandina bîr û ramanan kirin. Herwiha Serok Barzanî piştgiriya xwe bo lidarxistina Konferansa Parêzgarên Iraqê li bajarê Hewlêrê dubare kir, ku ji aliyê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatibû pêşniyarkirin û wekî pêngaveke girîng û erênî wesif kir.