Peyamek ji Serokê Herêma Kurdistanê

Peyamek ji Serokê Herêma Kurdistanê

Apr 7, 2026 - 09:37
Peyamek ji Serokê Herêma Kurdistanê
Peyamek ji Serokê Herêma Kurdistanê

Bi tundî wê êrîşa terorîstî şermezar dikim ku derengên şeva borî bi dronekê li ser mala welatiyekî li gundê Zergezewî yê ser bi parêzgeha Hewlêrê hat kirin û di encamê de mixabin du hevjîn şehîd bûn.

Sersaxî û hevxemiyên xwe yên kûr pêşkêşî malbat û kesûkarên şehîdan dikim, ji dil  hev xemê wan im. Ji Xwedayê mezin daxwaz dikim ku canê wan bi rehm û dilovaniya xwe şad bike û aramî û hedarê bide malbat û kesûkarên wan.

Ev êrîş bi ti awayî nayên qebûlkirin û bi temamî redkirî ne. Pêwîst e hikûmeta federalî ya Iraqê erka xwe û berpirsiyariya xwe pêk bîne ji bo rêgirtina li van tawan û êrîşên terorîstî û êdî ev destdirêjî li ser xelkê sîvîl û bêtawan yê Herêma Kurdistanê dubare nebin.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
07.04.2026