Serok Nêçîrvan Barzanî Peywendiyeke Telefoniyê Ji Serok Ehmed El-Şera Wergirt

Serok Nêçîrvan Barzanî Peywendiyeke Telefoniyê Ji Serok Ehmed El-Şera Wergirt

Apr 7, 2026 - 09:35
Serok Nêçîrvan Barzanî Peywendiyeke Telefoniyê Ji Serok Ehmed El-Şera Wergirt
Serok Nêçîrvan Barzanî Peywendiyeke Telefoniyê Ji Serok Ehmed El-Şera Wergirt

Êvara duhî, Duşemê 06.04.2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, peywendiyeke telefoniyê ji birêz Ehmed El-Şera, Serokê Komara Erebî ya Sûriyeyê, wergirt.

Herdu aliyan li ser rewşa herêmê û pêşketinên dawî yên şer û encamên wê, danûstandina bîr û ramanan kirin. Di vê derbarê de, wan tekez li ser girîngiya zêdekirina hewlên dîplomasî ji bo rawestandina şer û çareserkirina aştiyane ya pirsgirêkan kirin.

Herwiha li ser rewşa Herêma Kurdistanê û Iraqê jî, tekez li ser girîngiya parastina aramî û ewlehiyê kirin. Di vê çarçoveyê de, Serok El-Şera êrîşên ku li dijî Herêma Kurdistanê têne kirin şermezar kir.

Rewşa Kurdan û pêkhatan li Sûriyeyê, peywendiyên Sûriyeyê bi Iraqê re, digel çend mijarên din ên girîng û hevbeş, mijareke din a peywendiya telefoniyê bûn.