Nêçîrvan Barzanî: Cihê destên BCF diyar û ber bi çav e

Serok Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir

Aug 4, 2025 - 14:45
Nêçîrvan Barzanî: Cihê destên BCF diyar û ber bi çav e

Serok Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir

Li bîranîna bîst saliya salvegera damezrandina Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi germî û bi dil, li berpirs û birêveber û karmendên wê pîroz dikim, ji bo wan hemû erk û xizmetên mirovî û xêrxwaziyên ku camêrane pêşkêş kirine, destxweşiyê li wan dikim, hêviya berdewamî û serkeftinê ji wan re dixwazim.

Kar û xizmeta mirovî û xêrxwaziyê û bi hanaveçûna Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di dema bîst salên temenê xwe da, ji bo lêqewimiyan, bercestekirina giyaneke bilinda mirovî, mînakeke bilinda mirovperwerî û yarmetîdanê bûye ku cihê destên wan diyar û ber bi çav e û cihê rêz û rûmeteke zêde ye. 

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

04.08.2025