Serok Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Brîtanyayê Peywendiyên Dualî Nirxandin
Serok Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Brîtanyayê Peywendiyên Dualî Nirxandin

Hewlêr - Kurdistan: Îro nîvro roja Duşemê, 13ê Cotmeha 2025an, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Irfan Siddiq, Balyozê Brîtanyayê yê li Iraqê kir.
Di hevdîtinê de, her du aliyan tekez li ser pêşxistina têkiliyên Brîtanyayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re di hemû waran de kirin. Herweha, wan rewşa giştî ya Iraq û Herêma Kurdistanê, peywendiyên Hewlêr-Bexdayê, hewlên ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hilbijartinên dahatû yên Encumena Nûneran a Iraqê gotûbêj kirin.
Têkiliyên Iraq û Herêma Kurdistanê bi welatên cîran û herêmê re, mijareke din a hevdîtinê bû. Di vê çarçoveyê de, serdana dawî ya Serok Nêçîrvan Barzanî bo Tirkiyeyê û pêşketinên dawî yên pêvajoya aştiyê li wî welatî hatin nirxandin. Balyozê Brîtanyayê, hewlên Serokê Herêma Kurdistanê ji bo vekirina asîmanê Tirkiyeyê li ber geştên asmanî yên bo Silêmaniyê bilind nirxand.
Pêşketinên rewşa Kurd û pêkhateyan li Sûriyeyê û rewşa giştî ya Rojhilata Navîn, aliyekî din ê hevdîtinê bû ku Konsulê Giştî yê Brîtanyayê li Herêma Kurdistanê jî amade bû.