Rewşa Bakurê Kurdistanê: Salona Mala Kurdî Wê Çi Bibe?

Rewşa Bakurê Kurdistanê: Salona Mala Kurdî Wê Çi Bibe?

Oct 13, 2025 - 16:31
Oct 13, 2025 - 16:35
Rewşa Bakurê Kurdistanê: Salona Mala Kurdî Wê Çi Bibe?
Rewşa Bakurê Kurdistanê: Salona Mala Kurdî Wê Çi Bibe?

Hewlêr - Kurdistan: Nivîskarê Kurd Celal Temel, di nivîseke xwe de balê dikişîne ser rewşa Bakurê Kurdistanê û pirsyar dike ka "Hol an ku Salona Mala Kurdî" wê di çi rewşê de be, anku Bakurê Kurdistanê wê çi bi serê wî were. Temel, gotinên serokê nemir ê Başûrê Kurdistanê Celal Talabanî bi bîr tîne ku gotibû: "Bakur bi zekemê bikeve, em tev (Başûr, Rojava, Rojhilat) di kevin nav ciya." Ev gotin, li gor Temel, girîngiya Bakurê Kurdistanê ku zêdeyî nîvê erdnîgariya Kurdî û nifûsa Kurd pêk tîne, nîşan dide.

Temel diyar dike ku îro, rewşa Bakur, ji bilî Kurdistana Kafkasyayê ya jibîrkirî, di nav parçeyên Kurdistanê de herî kêm tê rojevê û statûya wê kêm tê guhdarkirin. Ew destnîşan dike ku beşek ji Kurdên Bakur, tenê li ser têkoşîna li Rojava disekinin, dema beşek din jî tenê pesnê destkeftiyên Başûr didin û ji bilî wê tiştek ji bo Bakur nakin.

Herçendî ku destkeftiyên li Başûr û Rojava xwedî girîngiyeke mezin in û ew destkeftî wê bandoreke erênî li Bakur û Rojhilat jî bikin, lê rewşa niha ya Rojava "germ û şewat" e. Temel hişyarî dide ku dem diherike û kesî li bendê namîne; Hût û cinawirek bi navê bişaftin û asîmîlasyonê jî heye ku Kurdan dihelîne. Ji ber vê yekê, pirsa "Wê Bakurê Kurdistanê çi bibe?" her di bîra wî de ye.

Celal Temel bi metafora "salona malê" li ser Bakur disekine û dibêje: "Ode(Jûr) hene, salon jî heye. Mal bê salon nabe. Wê rewşa vê salonê çi bibe, wê halê vî Bakurî çi bibe; ji ber ku Bakur ne zekemê(nezle) ye, nexweşiyek giran e." Ew tirsên xwe yên ku dibe ji bo Bakur bêje "Tiştê çû me de dû, derbasî be!" tîne ziman.

Nivîskar bang li hevalên li Bakur dijîn dike û dipirse, "ma tiştek nemaye em bikin?" Ew qebûl dike ku derdê Bakur giran, mezin û ne hêsan e, lê ew jî dizane ku Başûr, Rojhilat û Rojava jî ji bo Bakur dilnerm û xemgîn in.

Herwiha, Temel bi bîr dixe ku li Başûr ji bo hesreta Bakur, helbestek heye ku dibêje: "Werin em herin Bakur, bigîhin erdê Seyda (Ehmedê Xanî); derd û derman li me namîne peyda." Ew bang li gelên Başûr dike û dipirse "ma ji bo vê hesretê be jî, ji bo xatirê Seyda be jî, hûn çima ji bo Bakur bêdeng in? We Talabanî nebihîst?"

Di dawiya nivîsa xwe de, Celal Temel girîngiya yekîtiya hemû parçeyên Kurdistanê bi bîr dixe û dibêje: "Bakur, Başûr, Rojava, Rojhilat; tev bi hev re dibin Welat..."