Barzanî Bang Dike Ku Şerê Sûriyê Raweste û Mafên Kurdan Yên Destûrî Bên Misogerkirin
Barzanî Bang Dike Ku Şerê Sûriyê Raweste û Mafên Kurdan Yên Destûrî Bên Misogerkirin
Hewlêr – Kurdistan: Serok Mesûd Barzanî îro di peyamekê de daxuyaniyeke girîng da derbarê pêşketin û guhertinên dawî yên li Sûriyê, bang li hemû aliyan kir ku tavilê şer û alozî bidin rawestandin û vegerin ser lihevkirinên berê. Herwiha Barzanî biryarnameya Serokê Sûriyê ya derbarê mafên Kurdan de wek gaveke erênî nirxand û hêvî kir ku bibe bingeh ji bo misogerkirina mafên gelê Kurd bi awayekî yasayî û destûrî.
Di peyama xwe de, Serok Barzanî eşkere kir ku "Derbarê pêşketin û guhertinên dawî yên Sûriyê û di çarçoveya hewldanên ji bo çareserkirina pirsgirêkan de, doh me civîneke hevbeş a girîng bi Nûnerê Taybet ê Serok Trump bo Karûbarên Sûriyê û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk û Serokê ENKSê re hebû."
Barzanî bal kişand ser rewşa aloz a li Sûriyê û destnîşan kir ku divê ev yek bi dawî bibe. Wî got, "Hêvîdar in di zûtirîn demê de ev şer û alozî û gengeşeyên ku niha di navbera Hêzên Hikûmeta Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk de hene, rawestin û hemû alî vegerin lihevkirinên ku berê ji bo çareserkirina pirsgirêkan û bidestxistina aramiya di navbera aliyên Sûriyê de hatibûn çêkirin."
Di dawiya peyama xwe de, Serok Barzanî pêşwazî li biryarnameya Serokê Sûriyê ya derbarê mafên Kurdan de kir û got: "Herwiha derketina biryarnameya Serokê Sûriyê derbarê mafên Kurdan de, wekî gaveke erênî û di rêya rast de dibînin û hêvîdar in ku bibe bingehek ji bo ku bi razîbûna aliyên peywendîdar dewlemendtir bibe û bi awayekî yasayî û destûrî, garantîya mafên gelê Kurd li ser bingehê wê bê avakirin."
Ev peyam di demekê de tê ku rewşa Sûriyê hîn aloz e û hewldanên navneteweyî ji bo peydakirina çareseriyeke siyasî berdewam in.
Naveroka Peyama Serok Barzanî wiha ye:
Peyamek ji Serok Barzanî
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Derbarê pêşketin û guhertinên dawî yên Sûriyê û di çarçoveya hewldanên ji bo çareserkirina pirsgirêkan de, doh me civîneke hevbeş a girîng bi Nûnerê Taybet ê Serok Trump bo Karûbarên Sûriyê û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk û Serokê ENKSê re hebû.
Hêvîdar in di zûtirîn demê de ev şer û alozî û gengeşeyên ku niha di navbera Hêzên Hikûmeta Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk de hene, rawestin û hemû alî vegerin lihevkirinên ku berê ji bo çareserkirina pirsgirêkan û bidestxistina aramiya di navbera aliyên Sûriyê de hatibûn çêkirin. Herwiha derketina biryarnameya Serokê Sûriyê derbarê mafên Kurdan de, wekî gaveke erênî û di rêya rast de dibînin û hêvîdar in ku bibe bingehek ji bo ku bi razîbûna aliyên peywendîdar dewlemendtir bibe û bi awayekî yasayî û destûrî, garantîya mafên gelê Kurd li ser bingehê wê bê avakirin.
Mesûd Barzanî
18.01.2026