Serok Nêçîrvan Barzanî tekez li ser serxistina pêvajoya yekgirtina Pêşmerge dike
Serok Nêçîrvan Barzanî tekez li ser serxistina pêvajoya yekgirtina Pêşmerge dike
Berî nîvroya îro pênçşemê 14.05.2026, bi amadebûna birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Pêşmerge, merasîma derçûna xula 30emîn a pêgihandinê li Koleja Leşkerî ya Duyem li Zaxoyê birêve çû.
Di merasîmê de, ku birêz wezîrê karûbarên Pêşmerge û hejmarek ji efserên pilebilind amade bûn, 359 efserên ciwan ên Herêma Kurdistanê piştî bidumahîanîna 9 mehên xwendina leşkerî, akademîk û pratîk, bawernameyên xwe wergirtin û tevlî rêzên wezareta karûbarên Pêşmerge bûn.
Di dawiya merasîmê de, Serok Nêçîrvan Barzanî gotarek pêşkêş kir; tê de tevî pîrozbahîkirina li derçûyan û malbatên wan, bal kişandin li ser pêgeha yasayî û nîştimanî ya Pêşmerge, rewşa siyasî ya Iraqê û pêşhatên herêmê. Ev jî naveroka wê gotarê ye:
Derçûyên hêja!
Pêşmergeyên qehreman!
Amadebûyên xweşdivî!
Rojbaş!
Hûn hemû bi xêr hatin, serçavan, bo merasîmên derçûna xula 30emîn a pêgihandinê li Koleja Leşkerî ya Duyem li Zaxoyê. Ev dîmen cihê şanaziya me û hemû gelê Kurdistanê ye.
Gelek şabûm ku em îro bi hev re şahidên derçûna 359 efserên ciwan ên Herêma Kurdistanê ne. Wan piştî 9 mehan, xwendina xwe ya leşkerî, akademîk û pratîk bi dumahî anîn û êdî dê bibin beşek ji hêzên wezareta karûbarên Pêşmerge.
Cihê serbilindî û destxweşiyê ye ku piştî bidumahîanîna xwendina zanîngehê û bidestxistina bawernameya bekaloryosê, hûn bi daxwaz û vîna xwe hatin nava rêzên xwendina leşkerî da ku bibin efserên Pêşmerge.
Ev nîşana dilsozî, wefadarî û amadebûna we ye bo xizmetkirin û parastina Kurdistanê. Îro di vê ahengê de em hemû ligel malbatên we beşdar in û em hemû bi we serbilind in. Ji dil pîrozbahiyê li we û malbatên we yên hêja dikim. Pîroz be li wan, li we û li me hemûyan. Hêviya serkeftina we di jiyanê de dixwazim.
Derçûyên hêja!
Ji wê roja ku Pêşmerge heye heta îro, pêşmergetî cihê şanazî, serfirazî û berpirsiyariyeke mezin bûye. Pêşmergetî û Pêşmergeyîtî, erkêkî pîroz e û beşekî giring ê nasnameya nîştimanî ya Kurdistanê ye. Ev berdewamiya xebateke dûr û dirêj e bo parastina gelê Kurdistanê bi hemû pêkhateyên wê ve.
Ji ber hinekê, derçûna we ya îro û serkeftina we di xwendinê de, ne dawiya rêyê ye. Nexêr, divê hûn bizanin: Ew tiştê hûn îro dest pê dikin, destpêka xizmet û erkên we yên nû ne ligel saziyên hikûmetê bo xizmetkirina Kurdistanê.
Îro bawernameya we ne tenê destkefteke akademîk e, belkî peymaneke şerefê û sembola dilsoziya we ye bo Kurdistanê. Emaneteke mezin e bo xizmeta gel û welatê we, her wiha nîşana amadebûna we ye bo her qurbaniyeke di rêya serfiraziya welat de.
Pêşmerge bi dirêjahiya dîroka tevgera rizgarîxwaziya gelê Kurdistanê, qurbaniyên mezin dane. Xwîna xwe daye û bi giyanê berxwedanê, parastina axa Kurdistanê û gelê xwe kiriye. Dîroka Pêşmerge tijî qehremanî û cangoriye ji bo azadî û serfiraziya Kurdistanê.
Dema DAIŞê, ku mezintirîn rêxistina terorîstî ya cîhanê bû, êrîş kir ser Iraq û Kurdistanê; Pêşmerge bûn ku bi serokatiya cenabê Serok Mesûd Barzanî, bi xwîn û canê xwe DAIŞ di eniyên şer de têk şikandin û nehêlan Kurdistan bikeve destê wan terorîstan. Ji ber hinekê, heta Kurd û Kurdistanî bimînin, Pêşmerge dê her wekî îlhama gelê Kurdistanê û wekî sembola parastin û berxwedana miletê me bimînin.
Di vê helkeftê de, ez careke din spasiya hêzên hevpeymaniya navdewletî bi serokatiya Amerîkayê dikim ku di şerê dijî DAIŞê de piştgiriya Pêşmerge kirin. Harîkariyên wan bo Pêşmerge û artêşa Iraqê, piştgiriyeke stratejîk û yekalîker bû. Spas bo piştgiriya wan a berdewam bo pêvajoya çaksaziyê li wezareta karûbarên Pêşmerge.
Her wiha divê em tîşk bixin ser giringiya hevahengî û harîkariya navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê bo rûbirûbûna terorê. Karkirina hevbeş a herdu aliyan pêwîst e bo parastina aramî û tenahiyê, bi taybetî li herêmên maddeya 140; ji ber ku bi baweriya me DAIŞ hîn jî metirsî û gef e li ser asayîş û aramiya Iraq û vê herêmê.
Di vê rojê de, serê rêzê bo xwîna şehîdên xwe diçemînin, çi Pêşmerge bin, çi ji artêşa Iraqê an jî Heşda Şeibî bin, yên ku canê xwe kirine cangorî bo parastina welat.
Amadebûyên hêja!
Divê em bibêjin ku pêvajoya yekgirtina hêzên Pêşmerge wekî pêwîst birêve naçe û ew pêşvebirina ku dihat hêvîkirin hîn bicih nehatiye. Gelê Kurdistanê bi salan e li benda yekgirtina Pêşmerge ye. Dostên me yên navdewletî jî li benda îradeyeke siyasî ya bihêz in. Lê mixabin heta niha nekiriye, evê jî ziyaneke mezin gihandiye navê Herêma Kurdistanê.
Ya herî giring, ev derçûyên ciwan û dilsoz ên ku em îro dibînin, şayanî wê yekê ne ku tevlî hêzeke nîştimanî ya yekgirtî bibin. Ev rewş bi ti awayî ne baş e û em ti carî jê razî nîn in.
Ligel hinekê jî, ez dubare dikim: Yekgirtina Pêşmerge pêdiviyeke çarenivîssaz e bo Herêma Kurdistanê û divê serbikeve. Em li Serokatiya Herêmê û hikûmetê dê erkê xwe bikin da ku ev pêvajo serbikeve. Bo vî armancî em ê ligel dostên xwe yên navdewletî berdewam bin.
Pêşmerge beşek e ji sîstema bergiriya Iraqê. Ev koleja li Zaxoyê bi xwe jî wekî kolejeke ser bi wezareta berevaniya Iraqê nîşana vê rastiyê ye. Ji ber hinekê divê Iraq hemû erk û mafên yasayî û destûrî yên li hember Pêşmerge bicih bîne û harîkarî, piştgirî, çek û cebilxaneyê bo Pêşmerge dabîn bike. Pêşmerge ne metrsî ye, belkî parêzgerê welat e; ev yek di şerê azadiya Iraqê, parastina asayîşa Bexdayê û şerê DAIŞê de bi zelalî selmandiye.
Amadebûyên hêja!
Devera me di rewşeke giran û aloz de derbas dibe. Em tekezî li ser helwesta xwe ya cîgir dikin ku em ligel çareseriyên aştiyane ne bo hemû kêşe û nakokiyan. Naxwazin Iraq û Herêma Kurdistanê bibin beşek ji van aloziyan.
Di vê çarçoveyê de, em bi geşbînî li benda karkirinê ne ligel hikûmeta bêt li Bexdayê û ligel serokwezîrê raspêrdar birêz Elî El-Zeydî, bi giyanê hevparîya nîştimanî ya rastîn û li ser bingeha destûrê Iraqê. Em amade ne bo xizmeta hemû Iraqê pêşwaziya kargeriyê bikin, bi awayekî ku sîstema federe û mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê û yên her kesî werin parastin û aramî û pêşvebirin bo hemû Iraqê bê cudahî were mîsogerkirin.
Herêma Kurdistana federe beşeke giring a Iraqê ye. Paşeroja Iraq û Herêmê bi hev ve girêdayî ye. Serkeftina me yek e, qeder û çarenivîsa me jî hevpar in. Bihêziya Bexdayê bihêziya Herêmê ye; bihêziya Herêmê jî hêz e bo Bexdayê.
Ji ber hinekê, karkirina hevbeş li ser bingeha destûr, rêzgirtina dualî û hevparîya nîştimanî, tenê rê ye bo bûnîyadnanîna Iraqeke bihêz û aram. Em di îradeya xwe de cidî ne bo çareserkirina kêşeyan li ser bingeha destûr.
Derçûyên xweşdivî!
Ji bîr nekin: Koleja Leşkerî perwerdekirin û pêgihandina we girtiye ser milê xwe da ku wekî fermandeyên xwedî şiyan erkê xwe bicih bînin. Da ku ligel parastina Kurdistanê, bervaniyê li dadperwerî û mirovahiyê bikin. Benemayên nîştimanî û dîsîplîn divê her dem di dilê we de bin.
Hûn Pêşmerge, artêşa hemû Kurdistanê ne bi hemû pêkhateyên wê ve. Rola we ne tenê di qadên şer de ye, belkî divê erkê we berfirehtir be bo avakirina civakeke asûde û aram; bo retkirina tundrewî û terorê. Berpirsiyariya parastina azadî, aştî, demokrasî û mafên mirovan li ser milê we ye. Bibin serkirde û mînak ji bo parastina mafên hemû welatiyên Herêmê û Iraqê.
Baweriya me bi we heye ku hûn ê di erkên xwe de serbikevin. Bibin hêza niştimanî ya Kurdistanê di çarçoveya wezareta karûbarên Pêşmerge de. Ti carî nebin beşek ji hevrikiyên siyasî.
Di dawiyê de,
Bi germî spasiya mamosta û rêveberên Koleja Leşkerî ya Zaxoyê dikim. Kar û dilsoziya wan cihê pêzanînê ye. Rola wan di pêşvebirina erkên Pêşmerge de giring e. Spasiya her kesî dikim, spasiya ragirê kolejê û hemû efseran dikim.
Silav û rêz bo giyanê pak ê şehîdên Kurdistanê. Silav bo şehîdên zindî, bo wan qehremanên di parastina Kurdistanê de birîndar bûne. Ez destên wan maç dikim û hêviya başbûnê bo wan dixwazim.
Careke din pîrozbahiyê li we dikim derçûyên hêja. Hêviya serkeftinê bo we dixwazim. Bi destûra xwedê hûn ê her di nav xêr û silametiyê de bin. Divê em spasiya îdara serbixwe ya Zaxoyê jî bikin bo harîkariya koleja leşkerî. Hêviya me her serkeftin e. Kurdistan her ava be û hûn jî wekî parêzgerên welat her serfiraz bin.
Gelek spas.