Serok Nêçîrvan Barzanî Pîrozbahiyê li Rêberê Nû yê Komara Îslamî ya Îranê Kir
Serok Nêçîrvan Barzanî Pîrozbahiyê li Rêberê Nû yê Komara Îslamî ya Îranê Kir
Birêz Cenabê Ayetullah Seyîd Muctaba Elî Xamineyî,
Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê
Silavên Xwedayê Mezin li we be..
Bi boneya hilbijartina we wek Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê, em pîrozbahiyeke germ pêşkêşî cenabê we û gelê Komara Îslamî ya Îranê dikin. Di vê erk û berpirsiyariya nû de, hêviya serkeftinê ji we re dixwazin.
Herêma Kurdistanê wek her dem xwazyarê pêşxistina peywendiyên xwe yên dîrokî û dostane ye bi Komara Îslamî ya Îranê re, bi navê berjewendiya her du gelan û pêkvejiyana aştiyane li tevahiya herêmê de.
Digel rêzên me...
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
10.03.2026