Barzanî û Petraeus li ser Peywendiyên Stratejîk Axivîn
Nêçîrvan Barzanî û David Petraeus li ser Rewşa Herêmî û Peywendiyên Stratejîk Axivîn

Hewlêr - Kurdistan: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro piştî nîvro, Duşemê 13.10.2025, pêşwaziyê li David Petraeus, Serokê berê yê Ajansa Îstîxbarata Navendî ya Amerîkayê (CIA) û dostekî kevin ê Iraq û Herêma Kurdistanê kir. Di hevdîtinê de, ku li Hewlêrê pêk hat, rewşa giştî ya Iraqê, Herêma Kurdistanê û geşedanên herêmî yên dawî hatin nirxandin.
Li gorî daxuyaniya Serokayetiya Herêma Kurdistanê, her du aliyan li ser girîngiya pêwendiyên stratejîk yên Amerîkayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re wekî du hevalbendên sereke, hevnerîn bûn. Wan tekez kir ku ev pêwendî li ser bingeha berjewendiyên hevpar yên stratejîk in û derfet hene ku hevkariya dualî di gelek warên cûda de were pêşxistin.
Di beşeke din a hevdîtinê de, Barzanî û Petraeus girîngiya parastina aramî û ewlehiya herêmê destnîşan kirin. Wan bal kişandin ser rola erênî ya Iraq û Herêma Kurdistanê di avakirina pirên pêwendiyê û komkirina berjewendiyên hevpar yên herêmê de, bi taybetî bi rêya hevkariya di warên enerjî û aboriyê de.
Pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê, rewşa Sûriyeyê, metirsiyên terorê û gefên rêxistina terorîst DAIŞê jî wekî mijarên sereke yên hevdîtina Serok Nêçîrvan Barzanî û David Petraeus cîh girtin.
Daxuyaniya Serokayetiya Herêma Kurdistanê:
Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziyê li birêz David Petraeus kir
Îro piştî nîvro Duşemê 13.10.2025, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di hevdîtinekê de ligel birêz David Petraeus, Serokê berê yê Ajansa Îstîxbarata Navendî ya Amerîkayê (CIA) û dostê kevin ê Iraq û Herêma Kurdistanê, behsa rewşa giştî ya Iraq û Herêma Kurdistanê û geşedanên li herêmê kirin.
Herdu alî li ser girîngiya peywendiyên Amerîkayê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê wekî du hevalbendên ku berjewendiyên hevpar ên stratejîk wan bi hev ve girêdidin, li hev nêrîn û raman bûn û dikarin di gelek warên cûda de hevkariya xwe ya hevpar pêş bixin.
Di mijareke din a hevdîtinê de, girîngiya parastina aramî û ewlehiya herêmê destnîşan kirin. Di vî warî de, wan bal kişandin ser rola Iraq û Herêma Kurdistanê ku dikarin bibin alîkar ji bo avakirina pirên peywendiyê û komkirina berjewendiyên hevpar ên herêmê bi riya hevkariya di warê enerjî û aboriyê de.
Pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê, rewşa Sûriyeyê, metirsiyên terorê û gefên DAIŞê, aliyekî din ê hevdîtinê bû.