Şanda Îmaratê Gihîşt Kurdistanê
Şandeke Bilind a Îmaratê Gihîşte Herêma Kurdistanê û Ji aliyê Berpirsê Peywendiyên Derve yên Hikûmetê ve Hat Pêşwazîkirin
Hewlêr - Kurdistan: Îro Çarşem, 10ê Îlona 2025an, şandeke bilind a welatê Îmaratê bi serokatiya Seîd Mubarek Hacrî, Wezîrê Dewletê û Nûnerê Wezîrê Derve yê Îmaratê ji bo karûbarên Herêma Kurdistanê, gihîşte Firokxaneya Navneteweyî ya Hewlêrê.
Şand ji aliyê Sefîn Muhsîn Dizeyî, Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve yên Hikûmetê û Umêd Xoşnaw, Parêzgarê Hewlêrê ve hat pêşwazîkirin.
Biryar e şand li gel berpirsên bilind ên Herêma Kurdistanê hevdîtin û civînan encam bide. Serdan di çarçoveya hewldanên Herêma Kurdistanê û Îmaratê de ye ji bo pêşxistina peywendiyên dualî û pêşxistina peywendiyên aborî û bazirganî yên di navbera her du aliyan de.
Danîna nûnerê Wezîrê Derve yê Îmaratê ji bo karûbarên Herêma Kurdistanê li Wezareta Derve ya Îmaratê, daxwaza wî welatî nîşan dide ji bo bihêzkirin û berfirehkirina peywendiyan di hemû waran de li gel Herêma Kurdistanê. Ev nîşan dide ku Herêma Kurdistanê di navçeyê de hevbeşeke stratejîk a Îmaratê ye.