Dr. Nûrî Osman: Kêşeya me bi Bexdayê re berî ku yasayî be, nêrîna siyasî ye li ser federalîzmê.

Dr. Nûrî Osman: Kêşeya me bi Bexdayê re berî ku yasayî be, nêrîna siyasî ye li ser federalîzmê.

May 25, 2026 - 22:41
Dr. Nûrî Osman: Kêşeya me bi Bexdayê re berî ku yasayî be, nêrîna siyasî ye li ser federalîzmê.
Dr. Nûrî Osman: Kêşeya me bi Bexdayê re berî ku yasayî be, nêrîna siyasî ye li ser federalîzmê.

Dr. Nûrî Osman, Serokê Nivîsîngeha Serokê Herêma Kurdistanê: Çavkaniyê sereke yê cudahiyên di navbera me û Bexdayê de, berî ku yasayî be, girêdayî şêwaza nêrîn û dîtinên siyasî ye li hember sîstema federalî û hikumraniyê.

Dr. Nûrî Osman, Serokê Nivîsîngeha Serokê Herêma Kurdistanê û endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ye. Di gotûbêja vê carê ya "Bazneya Gotûbêjê" de (bi sernavê: Iraq; Pransîbên Aştî û Diyalogê ji bo Çareserkirina Kêşeyan), dîtin, nêrîn û pêşniyarên xwe bi vî rengî anîn ziman:

"Spasiyeke bêsînor ji bo Beşa Rewşenbîrî û Ragihandinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê dikim ji bo birêxistinkirina vê gotûbêja giring û komkirina vê destebijêr û bijarteya berpirsan, da ku di keşekî eşkere û avaker de, mijareke giring û hevpar binirxînin ku ew jî: 'Iraq; Prensîbên Aştî û Diyalogê ji bo Çareserkirina Kêşeyan' e.

Rîşên Kêşeyan: Cudahî di Nêrîn û Xwendina Destûrî de

Di serê de dixwazim amajeyê bi wê bikim ku serçavê sereke yê cudahiyên di navbera me û Bexdayê de, berî ku yasayî an îdarî be, girêdayî 'şêwaza nêrîn û dîtinên siyasî' ye li hember sîstema hikumraniyê. Ezmûna Herêma Kurdistanê li ser bingeha damezrandina qewareyekî yasayî û îdarî bûye ku ji sala 1991ê ve û piştî vekişîna saziyên rejîma berê, kariye li ser piyên xwe bisekine. Em di vê demê de xwedî saziyên niştimanî, peywendiyên dîplomatîk ên fermî û hêza Pêşmerge bûn; dema şandên navdewletî jî dihatin, wek qewareyekî rewa serederî bi me re dikirin. Ev ew ferhenga siyasî ye ku jîngeha hikumraniya me pê tê pênasekirin.

Li hember de li Bexdayê, piraniya wan serkirdeyên bihurmet ên ku niha di lûtkeya biryara siyasî de ne, rojekê li cem me li Herêma Kurdistanê hevsenger û mêvan bûn û di bin siya vê qewareyê de hatin parastin. Em her tim ji dîtineke mirovî û niştimanî ve piştgiriyeke mezin da wan û dîrokeke tije hevkarî di navbera me de heye; ku piraniya wan di jiyanê de mane û niha jî bi rêz ve behsa wê qonaxê dikin, beşek jî wefat kirine. Kêşeya niha di wê de ye ku nifşê nû yê siyasî li Bexdayê, ku paşxaneya wê qonaxa hevpar nîn e, bêtir meyla wan ber bi sîstema navendî ya tund (navendî) ve heye. Rastî ev e ku piştî guhertinên sala 2003an, şêwaza birêvebirinê li Bexdayê guhertin bi ser de hat, lê şêwaza bîrkirina navendî hîn jî bi bandor e. Heta qebûlkirina destûra sala 2005an jî, dibe ku ji bo beşek ji hêzên siyasî tenê wekî pêdiviyeke demkî ya wê qonaxê hatibe dîtin, ne wekî baweriyeke kûr û herdemî bi prensîba federalîzmê, ji ber ku pêşbîniya wê nedikirin ku di paşeroja Iraqê de dê cilewê desthilata mutleq bigrin destê xwe.

Piştî vekişîna hêzên Amerîkayê di sala 2012an de, guhartineke nû di hevsengiya hêz û eqliyeta siyasî ya Iraqê de çêbû. Ji wê qonaxê bi şûn de, pêgeha hêzên Şîe di hikumraniyê de bihêztir bû. Ji vir ve cureyek ji 'xwendina bijartî' (selective) ji bo destûrê û penabirina bo lojîka 'piraniya parlamenî' serî hilda; bi şêweyekê ku hinek caran tenê ew beşên destûr an yasayê tên cîbicîkirin ku di berjewendiya navendê de ne û mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê jê tên wergirtin. Di dema ku di sîstemên demokratîk de parastina mafên pêkhateyan yek ji stûnên sereke ye, lê mixabin ev çemk di çanda siyasî ya niha ya Iraqê de, pêdiviya wê bi karkirina zêdetir heye ji bo parastina hevsengiya pêkhateyan.

Niha dema em daxwaza cîbicîkirina destûrê dikin, li Bexdayê serî li yasayên kevin didin. Lê kîjan yasa? Ew yasayên ku paşmayên serdemên berê ne (wek qonaxên Ebdulkerîm Qasim, Ebdulselam Arif, Ehmed Hesen Bekir û Sedam Husên) û heta kar bi biryarên 'Meclîsa Qiyadeya Sewre' tê kirin. Di demek de ku divê bingeha serederiya me ew destûra nû be ku me bi hev re nivîsiye û li ser stûnên 'hevbeşî, hevsengî û lihevhatinê' hatiye dariştin; bingehek ku niha di gelek cihan de hatiye piştguhxistin.

Li vir cudahî di navbera du xwendinên cuda de heye: Aliyê Kurdî tekeziyê li ser sîstemeke federalî ya rastîn û pêkvejiyaneke aram dike, lê li hember de li Bexdayê hewl ji bo bihêzkirina navendiyê tê dan. Pêdivî ye ev derz û nêrînên cuda bi riya dîtina çareseriyeke navend û gihîştina bi hevtêgehiştineke hevpar were dagirtin, bi awayekê ku berjewendiya giştî ya her du aliyan tê de were parastin.

Derbarê peywendiyên dîrokî de, divê ew zelal be ku Kurd her tim piştgir û hevpeymanê hêzên niştimanî yên Şîe bûye, ev jî ji ber wê dîroka hevpar e ku di dema rûbirûbûna sitem û neheqiyê de em kom kirine. Kêşeyên dîrokî yên Kurdan di rabûrî de tenê bi bîrkirina şovenî û neteweperestiya tund re bûye, ku hewl dida nasnameya xwe bi ser pêkhateyên din de bisepîne.

Tevî van hemûyan jî, pêdivî ye em jî bi eşkerayî li kêmasiyên xwe binihêrin. Em wek aliyê Kurdî di navbera salên 2005 heta 2012an de, ku pêgeheke bihêz û yekgirtî ya me li Bexdayê hebû, pêdivî bû em cidîtir kar bikin ji bo çespandin û damezrandina saziyên destûrî yên giring, wek 'Encumena Federalî'. Di wê qonaxê de ji ber cîgiriya rewşa me, me hest bi vê pêdiviyê nekir, lê niha ew valahiyên yasayî li dijî mafên me tên bikaranîn. Ji ber wê dem hatiye ku bi yekgirtî û gotarekî niştimanî yê hevçerx rûbirûyî van gefan bibin.

Di çarçoveya serdana cenabê Serokê Herêma Kurdistanê bo Bexdayê de, bi zimanekî zelal û dostane me peyama xwe gihand aliyên Çarçoveya Hevahengiyê û me ji wan re ragihand ku hebûna hêzên çekdar ên derveyî saziyên fermî, metirsî ye bo ser ewlehiya paşeroja Iraqê. Derbarê wan grûpan ku di bin navê berxwedan û dijayetiya Amerîkayê de çalakiyan dikin, me ji wan re got: Di demek de ku hêzên Amerîkayê li Iraqê vekişiyabûn, mayîn û çekdarkirina van hemû hêzên çekdar çi hinceteke yasayî û niştimanî heye?

Her wiha me amaje bi wê yekê kir ku neheqî ye Herêma Kurdistanê her tim were armancgirtin bi êrîşên curbicur. Dema wan jî ji bo hevsengkirina rewşê behsa êrîşên ser Basrayê dikirin, me ji wan re got ku ew nermkirin nikare giringiya wan metirsiyan kêm bike ku li ser Herêma Kurdistanê hene. Bi eşkereyî me ji hevparên xwe yên di Çarçoveya Hevahengiyê de gotiye: 'Ev êrîş ne tenê ji bo ser Herêmê, belku ji bo ser paşeroja tevahiya Iraqa Federal metirsî ne.'

Nêrîna li ser mijara dilsoziya bo niştiman û tometbarkirina aliyê Kurdî bi nebûna dilsoziya Iraqî (welaî Êraqî), dûrî rastiyê ye. Me ji wan re got: 'Em û hûn di çarçoveya yek erdnîgariya hevpar de dijîn ku navê wê Iraqa Federal e. Mijara sereke li vir pêkvejiyana aştiyane û cîbicîkirina erkan e, ne dadwerîkirin li ser wîjdana hevdu. Ev cure serederî derfeta tebayiyê kêm dike. Werin em bi hev re li ser bingeha wekhevî û rêzgirtina dualî, jiyaneke hevpar ava bikin.'

Pêgeha Dîrokî ya Herêmê û Parastina Destûrê

Dîrokê selmandiye ku gelê Kurdistanê li hember hewlên jêbirinê de, wekî çiyayên xwe xweragir bûye û hemû qonaxên dijwar derbas kirine. Me di serdema Enfal û kîmyabaranê de serê xwe neçemand, ji ber wê pêdivî ye her kes dersê ji dîrokê werbigire. Gelê Kurdistanê beşekî resen ê vê axê ye û rehên xwe berdane, nexwe peyrewkirina prensîba pêkvejiyan û diyaloga avaker, tenê rêya rast e ji bo her du aliyan. Xweşbextane hîn jî li Bexdayê serkirdeyên biaqil û xwedî nêrîn hene ku dizanin nabe qewareya Herêma Kurdistanê ji ser nexşeya siyasî were jêbirin. Ew baş dizanin guhartina bingehîn a destûrê ne gengaz e, ji ber ku ew mekanîzma yasayî ya hatiye danîn (ku pêdiviya wê bi dengê du li ser sêya gel heye ji bo redkirin an pesendkirinê) rêgir e li ber wê ku bi hêsanî lîstik bi deqên destûrî were kirin.

Destûra herdemî ya Iraqê, berhema hevkariya rastîn a Herêma Kurdistanê û hemû hêzên siyasî yên Iraqê ye. Heger piştgirî û dengê Kurd nebuya, ev destûr qet nedihat pesendkirin. Ew birêzên ku niha li Bexdayê di lûtkeya desthilatê de ne, bi xwe hevparên sereke yên me bûn di nivîsandina van xalan de. Lê tiştê niha di parlamenê de diqewime, hewlek e ji bo sepandina biryaran bi riya 'piraniya parlamenî' ku pir caran rengê tayifî pê ve diyar e. Ev cure piranî nûnertiya berjewendiyên bilind ên Iraqê wek dewletekî fireh-netewe û fireh-ol nake.

Di civînên me yên li Bexdayê de me bi zelalî ji wan re ragihand ku em ne tenê dijayetiya hikumraniya we nakin, belku em dikarin piştgirekî bihêz ê we bin jî. Herêma Kurdistanê xwedî dîrok û nasnameyek taybet e û nexşeya civakî ya herêma me mînakek ciwan a pêkvejiyanê ye. Li cem me Kurdên Sunne û Şîe yên Feylî, Êzidî, Tirkmen û Mesîhî (Keldanî, Aşûrî, Suryanî û Ermen) wekî yek malbat dijîn. Kêşeyên wekî budçe, mûçe û mafên darayî yên Pêşmerge, giriftên teknîkî ne û heger îradeya siyasî hebe, bi hêsanî çareser dibin.

Di civîna me ya bi aliyên Çarçoveya Hevahengiyê re, min ji birêz Hadî Amirî re got: 'Ebû Hesen, di sala 2005an ve Pêşmerge di destûrê de wekî beşek ji sîstema berevaniya Iraqê hatiye naskirin, lê belê heta niha budçeya pêdivî bo çekdarkirin an mûçeyê vê hêzê ji Bexdayê ve nehatiye dabînkirin û bargiraniya wê li ser milê hikumeta Herêmê bûye.'

Derbarê mijara pirsa fermandeyiyê de jî, destûr zelal e: Di navxweya Herêmê de fermandeyî li cem Serokê Herêmê ye û di dema erka derve û niştimanî ya giştî de dê di bin fermana Serokwezîrê Federal de bin. Xwendina bijartî (intîqaî) bo destûrê, xizmeta paşeroja welat nake.

Ciyê daxeke kûr e ku ew nifşê têkoşer ê berê yê Şîe ku bi me re di sengerê rikeberiyê de bûn, hêdî hêdî ciyê wan ji eqliyeteke nû re tê hiştin ku kêmtir baweriya wê bi diyalog û dîroka hevpar heye. Pêdivî ye rewşenbîriya destûrî li Iraqê bibe bernameya xwendinê. Nabe kesên ku bi xwe qurbaniyên yasa û biryarên neheq ên rejîma berê bûn, niha parastina mayîna wan yasayên kevin bikin. Ev nakokî pêdiviya wê bi pêdaçûneke cidî heye.

Daxwaza me, 'hevbeşiya rastîn û hevseng' e di birêvebirina welat de, ne tenê beşdarbûneke rûkarî. Yekgirtina me di sala 2003an de bi daxwaza me û li ser bingeha lihevhatinê (tevafiq) bû. Dema ew bîr û bawerî hatin binpêkirin, referanduma 2017an wekî bertekekî xwezayî li hember wan laderên destûrî hat. Îro jî, di dema ku em li ser bingeha rastiyê kar dikin, bi hevkariya hevpeymanan em mijûlî birêxistinkirin û yekxistina hêza Pêşmerge ne wekî saziyeke niştimanî ya bihêz ji bo parastina qewareya Herêmê û destûrê. Kilît û rêya rast a çareseriyê tenê yek tişt e: Veger bo destûrê bêyî cudahî û qebûlkirina prensîbên hevbeşiya rastîn."