Serokê Fransayê serdana Kurdistanê dike

Serok Nêçîrvan Barzanî Pêşwaziya Patrick Dorel Balyozê Fransayê li Iraqê Kir

Sep 2, 2025 - 22:17
Serokê Fransayê serdana Kurdistanê dike
Serok Nêçîrvan Barzanî û Patrick Dorel Balyozê Fransayê li Iraqê

Êvara îro sêşema 02/09/2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, digel Balyozê Fransa li Iraqê birêz Patrick Dorel, peywendiyên Fransayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re gotûbêj kirin û di derbarê rewşa giştî û navxweyî ya Iraq û Herêma Kurdistanê û peywendiyên Hewlêr - Bexdayê de, danustandina bîr û ramanan kirin.

Herdu aliyan peywendiyên Fransayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re girîng nirxandin û tekez li ser berfirehkirina hevkariya hevbeş ya di navbera wan de kirin, herwiha di vê çarçoveyê de behsa serdana çaverêkirî ya Serok Macron ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê kirin.

Hilbijartina giştî ya Iraqê û peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê digel welatên cîran û pêşketinên dawî yên li herêmê, aliyeke din a hevdîtinê bû.