Zêbarî Nêrîna Siyasî ya PDK li hember guhertinan anî ziman
Hoşyar Zêbarî di destpêkê de tekez kir ku rêbaza Barzanî çi di rabirdûyê de, çi ji bo niha û nifşên dahatûyê, bernameyeke giştî û hemûalî ye û ruhê berdewamiyê di xwe de dihewîne.
Di bîranîna heftê û nehemîn salvegera damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê de, Beşa Lêkolînan û Pêşxistinê, li Hola Ragihandinê ji bo (Hoşyar Zêbarî) Endamê Desteya Kargêr a Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê, di bin sernavê (Rêbaza Barzanî) de semînarek li dar xist.
Di wê semînarê de ku hejmarek endamên Mekteba Siyasî, Komîteya Navendî, kadroyên pêşketî yên Partiyê, parlamenter û berpirsên partiyê û hikûmetê amade bûn, Hoşyar Zêbarî bi têgeheke serdemî behsa rêbaza Barzanî kir û nêrîna berfireh û cîhanbîniya Barzanî şîrove kir.
Hoşyar Zêbarî di destpêkê de tekez kir ku rêbaza Barzanî çi di rabirdûyê de, çi ji bo niha û nifşên dahatûyê, bernameyeke giştî û hemûalî ye û ruhê berdewamiyê di xwe de dihewîne.
Di tewereke din a semînarê de, Hoşyar Zêbarî şîrovekirineke lojîkî derbarê rewşa heyî, guhertinên navneteweyî û herêmî û rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê pêşkêş kir û nêrîna siyasî ya Partiyê li hember guhertinan anî ziman.