Êzdiyên Bakûrê Kurdistanê helmeta Vegere Welat destpêkirin
Di civînê pêvajoya Vegera Welat bi têr û tije hatiye gotûbêj kirin ku di vê qonaxê de ji nû ve civaka Êzdî vegerin cîh û warên xwe û li Bakûrê Kurdistanê civaka Êzdî bê bihêzkirin.
Li roja 17.08.2025 li Mala Êzdiya Cloppenburg ya li welatê Almanyayê yê civîneke civata Êzdiyan hate lidarxistin û encamê de komisyonek ji bo pêvajoya Vegera Welat damezrandin.
Li gor zanyariyên ku li ser rûpela Dengê Rojperestên Azad (DRA) hatiye belavkirin, li bajarê Cloppenburg ya Almanyayê bi beşdariya kesayetiyên Êzdî, civaknas û rewşendîrên Êzdî yên li Bakûrê Kurdistanê civîneke berfireh hatiye saz kirin. Di civînê pêvajoya Vegera Welat bi têr û tije hatiye gotûbêj kirin ku di vê qonaxê de ji nû ve civaka Êzdî vegerin cîh û warên xwe û li Bakûrê Kurdistanê civaka Êzdî bê bihêzkirin.
Di civînê de gelek gileyî jî hatine kirin ku piştî koçberî û penaberiya bi salan û dûrketina ji welat, Civaka Êzdî xwestiye rêxistin û hevgirtina xwe xurt bike. Lê mixabin li salane ku bi tenê 10'an mal û komelên Êzdiyan li Ewrûpa hatina ava kirin. Ew jî heya niha nikarin ji hemû pirsgirêkên Civaka Êzdî re çareseriyê peyda bikin.
Di encama vê civîna berfireh de komisyonek ji bo pêvajoya Vegera Welat hate damezrandin ku dest bi kar û xebatên helmeta Vegera Welat bike.