Pêkhateyên Sûriyê ji bo federalîzmê li Brukselê dicivin

Komîteya Koordînasyonê di 8ê Adara borî de ji aliyê komek înîsiyatîfên sivîl û siyasî yên Sûriyeyê ve hatibû avakirin.

Aug 9, 2025 - 17:58
Pêkhateyên Sûriyê ji bo federalîzmê li Brukselê dicivin

Komîteya Hevahengiya Pêkhateyên Sûriyeyê sibe bi armanca danîna bingehên hevahengiyê di navbera pêkhateyên cuda yên Sûriyeyê de û destpêkirina diyalogeke niştimanî ya berfireh li Brukselê dicive.

Li gorî Komîteya Amadekar, ev civîn dê di bin dirûşma "Înîsiyatîfa Diyalogê ya li ser Federalîzm û Demokrasiyê li Sûriyeyê" de birêve biçe. Endama Komîteya Amadekar, Dr. Muna Ganim ragihand, ev civîn dê bibe "qonaxa yekem" ji bo danûstandina nêrîn û fikran li ser rêyên destpêkirina diyalogeke niştimanî ku çareseriyekê ji koka krîza Sûriyeyê re bibîne.

Dr. Muna herwiha da zanîn, di civînê de dê gotûbêj li ser diyarkirina demekê ji bo lidarxistina konferanseke giştî li bajarê Qamişlo jî bên kirin. 

Tekez kir jî, di komîteyê de çalakvan, rewşenbîr û kesayetiyên giştî yên ku nûnertiya hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê dikin hene, di nav de Kurd, Erebên Sune, Elewî, Durzî, Suryanî, Aşûrî, Ermenî, Îsmaîlî, Tirkmen û Çerkes.

Komîteya Koordînasyonê di 8ê Adara borî de ji aliyê komek înîsiyatîfên sivîl û siyasî yên Sûriyeyê ve hatibû avakirin.

Endama Komîteya Amadekar tekezî li ser prensîpên bingehîn ên komîteyê kir, ku ev in: 

- Pabendbûna bi yekîtiya ax û gelê Sûriyê re.

- Naskirina destûrî ya pirrengiya neteweyî, olî, mezhebî û çandî wek çavkaniya dewlemendî û hêzê, ne wek sedema dubendiyê.

- Naskirina mafên neteweyî û çandî yên hemû pêkhateyan.

- Pabendbûna bi dewleta yasa, cudakirina desthilatan û misogerkirina azadî û mafên giştî.

Li gorî agahiyan, tê çaverêkirin ku di dawiya civînê de daxuyaniyeke encamnameyê bi sernavê "Civîna Amadekar a Înîsiyatîfa Diyalogê ya li ser Federalîzm û Demokrasiyê li Sûriyeyê" were weşandin.