Rêberê Dirûzan: Firehî gef nîne belku dê yeketiya me bihêz bike
Rêberê Dirûzan: Yekgirtina pêkhatên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bangeke ji bo wîcdana niştimanî
Hikmet Hicrî yek ji rêberên pêkhatê Dirûz li Sûriyê li dor konferansa yekhelwestiya pêkhatên Bakûr û Rojhilatê wî welatî diyar kir, yekgirtina pêkhatan bangewaziyeke ji bo wîcdana niştimanî û Dirûz dê li mil bi milê birayên xwe be.
Îro 08 ê tebaxa 2025 ê Hikmet Hicrî yek ji rêberên pêkhateyê Dirûz li Sûriyê peyameke vîdeoyî pêşkêşî konferansa yekhelwestiya pêkhatên wî welatî kir û ragihand, yekgirtina pêkhateyên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê nebe alîgiriyeke siyasî, belku bangewazeke ji bo wîcdana niştimanî û hewara gileyiye beranber şer û piştguh avêtina li ser bingeha alîgiriya siyasî.
Her wiha diyarkir ku pêkhateyê Dirûz dê li gel birayên xwe yên Kurd, Ereb, Îslamî, Êzdî, Tirkmen, Çerkes û pêkhateyên din rawestin, da ku dupat li wê yekê bikin ku firehî gef nîne belku dê yeketiya wan bihêz bike.
Hicrî got: Ev konferans destpêkeka nû ye û mîmbereke ji bo parastina serbilindî û bihêzkirina azadiyê.
Eve di demek da ye, îro konferansê pêkhateyên Bakûr û Rojhilatê Sûriye li bajêrê Hesekê li Rojavayê Kurdistanê hate birêvebirin û zêdetirê 400 kesan ji pêkhateya Kurd, Ereb, Krîstiyan û Turkmenan têda beşdar bûn û têda behsa rewşa pêkhateyên Sûriye hate kirin.