Wezareta Perwerde kursên online ya ji bo fêrkirina zimanê Kurdî vedike
Ji niha de Wezareta Perwerde amadekariyê ji bo destpêkirina kursa çarem dike ku li (1 / 10 / 2025) dest pê dike, waneyan ji aliyê mamosteyên çalak yên zimanê Kurdî bi her sê şêwazan – Soranî, Badînî û Kurmancî – tê gotin.
Berêveberiya Xwêndina Derve ya Welat li Wezareta Perwerdeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi rêya Konfederasyona Revenda Kurdistanî li derveyê welat, ji sala (2022) ve xizmetguzariya kursa fêrkirina zimanê Kurdî bi awayeke online ji bo Kurdistaniyên diasporayê derfetek rexsandiye.
Li vî warî da heta nava sala (2025) sê kurs bi beşdariya (1000) hevniştimaniyên ji welatên cûda cûdaya cîhanê ve bi serkeftî birêveçûye, beşdarbûwan bawernameya fermî ya Wezareta Perwerdeyê wergirtine.
Ji niha de Wezareta Perwerde amadekariyê ji bo destpêkirina kursa çarem dike ku li (1 / 10 / 2025) dest pê dike, waneyan ji aliyê mamosteyên çalak yên zimanê Kurdî bi her sê şêwezan – Soranî, Badînî û Kurmancî – tê gotin.
Daxwaz dikin ji hemû Kurdistaniyên diaspora ku wekî erkekî perwerdeyî û neteweyî beşdarî vê derfetê bibin û zarokên xwe di her ast û temenê de tomar bikin. Gringîdayina weya hêja bi zimanê şêrîn a dayik, zimanê Kurdî, erkek e di qada parastina nasnameya neteweyî de.
Ji bo xwe tomar kirinê, ji kerema xwe vê forma elektronî bitikînin û formê pir bikin:
https://kurdistanidc.org/ziman/
Wezareta Perwerde – Berêveberiya Xwendina Derveyê Welat
7ê 8ê 2025