Azerbeycan û Ermenistan li ser korîdora Zengezûrê li Amerîkayê hev dikin

Li gorî peymanê, Korîdora Zengezûrê dê ji Amerîkayê re were kirêkirin.

Aug 8, 2025 - 11:32
Azerbeycan û Ermenistan li ser korîdora Zengezûrê li Amerîkayê hev dikin

Azerbeycan û Ermenistan dê peymana aştiyê ya ku 2 sal in li ser dan û standinan dikin, li Koşka Spî îmze bikin.

Li gorî peymanê, Korîdora Zengezûrê dê ji Amerîkayê re were kirêkirin.

Serokkomarê Azerbeycanê Îlham Eliyev û Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşînyan dê li Koşka Spî bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re bicivin.

Tê payîn ku Eliyev û Paşînyan di civînê de peymana aştiyê ya ku demeke dirêj e li ser dan û standinan dikin, îmze bikin.

Yek ji xalên herî balkêş ên peymanê, radestkirina Korîdora Zengezûrê ji Amerîkayê re ye ku ji ber girêdana axa Azerbeycanê bi Naxçivanê re xwedî girîngiyeke stratejîk e.

Balyozê Amerîkayê yê Enqereyê Tom Barrack, meha borî di daxuyaniyekê de amaje bi korîdorê kiribû û diyar kiribû ku her du welat zêdetirî 10 salan e li ser rêya 32 kîlometreyî li hev nakin û pêşniyar kiribû ku Amerîka herêmê ji bo 100 salî kirê bike.

Berpirsên Amerîkî yên ku bi şertê eşkerenekirina navên xwe ji ajansa Reutersê re da zanîn ku peymana ku dê roja Înê ji aliyê Eliyev û Paşînyan ve were îmzekirin, dê ji bo kompanyayên Amerîkî yên ku plan dikin li Korîdora Zengezûrê bixebitin, îmtiyazên bazirganî yên curbicur misoger bike.

Di vê çarçoveyê de, mafê bikaranîna axa ku rê dê tê re derbas bibe, derfetên bipêşxistina projeyan li ser wê û birêvebirina wê dê radestî Amerîkayê were kirin.

Di çavdêriya pêvajoyên yasayî yên muhtemel ên têkildarî birêvebirina rê de dê yasayên Ermenistanê derbasdar bin.

Berê Tirkiyeyê diyar kiribû ku ew amade ye veberhênanan li herêmê bike.

Dê navê Trump li korîdorê were kirin

Peyman, avakirina rêyeke 32 kîlometreyî pêşbînî dike ku dê axa li rojhilatê Azerbeycanê û herêma Naxçivanê ya li ser sînorê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi hev ve girê bide.

Azerbeycanê li dijî wê yekê derdiket ku kontrola rê di destê Êrîvanê de be, Ermenistanê jî nedixwest ku rêya ku di nava axa wê re derbas dibe wekî “korîdor” were binavkirin.

Berpirsên Amerîkî ji Reutersê re diyar kir ku dê navê Serokê Amerîkayê li wê rêyê were kirin û navê wê bibe Rêya Aştî û Refahê ya Navneteweyî ya Trump, bi kurtasî TRIPP.

Yek ji berpirsên Amerîkî got ku bi vê gavê dê aloziya li herêmê bi rêyên bazirganî were çareserkirin û pêşî li dijminatiyan were girtin.

Bipêşketina peymana aştiyê

Azerbeycan û Ermenistan di 5 salên dawî de 2 caran ji bo Qerebaxa Çiyayî şer kiribû.

Azerbeycanê ku di şerê 44 rojan ê sala 2020ê de bi ser ketibû, beşeke mezin a Qerebaxa Çiyayî careke din xistibû bin kontrola xwe û di encama operasyona 24 saetan a li dijî cudaxwazên li herêmê ya Îlona 2023yan de jî herêm bi temamî xistibû bin destê xwe.

Ji wê demê ve di navbera aliyan de ji bo peymana aştiyê dan û standin dihatin kirin.

Serokkomarê Azerbeycanê Îlham Eliyev ji bo peymanekê, hilweşandina fermî ya Koma Mînskê û guhertina xalên têkildarî îdiaya axê yên di destûra Ermenistanê de wekî şert danîbû.

Tê payîn ku Koma Mînskê ya ku sala 1992yan bi beşdariya Amerîka, Rûsya û Fransayê ji bo dîtina çareseriyekê ji bo nakokiyên di navbera Ermenistan û Azerbeycanê de hatibû avakirin û niha ti fonksiyona wê nemaye, di merasîma îmzekirinê ya sibe de bi awayekî fermî were hilweşandin.

Lê daxwaza guhertina destûrê ya ji ber xalên ku Baku wekî gef li ser yekparçebûna axa xwe dibîne, pêvajoyeke aloztir dixwaze.

Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşînyan banga guhertina pêwîst kir lê nayê payîn ku ev yek beriya hilbijartinên giştî yên sala bê pêk were.

Paşînyan li welatê xwe di bin zexta derdorên neteweperest û muhafezekar de ye ku ew di wê baweriyê de ne tawîzên zêde ji Bakuyê re hatine dayîn.