Serok Barzanî bi France 24 re behsa pêvajoya aştiyê liTirkiye kir
Barzanî Dibêje: "Bêguman Heger Hêzên Amerîkî Ji Iraqê Vekişin, DAIŞ Dê Dîsa Rabibe"

Di hevpeyvînekê de bi FRANCE 24 re, Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Mesûd Barzanî, hişyarî da ku vekişîna plansazkirî ya hêzên hevpeymaniya bi serokatiya Amerîkayê ji Iraqê dê bibe sedema vejîna rêxistina Dewleta Îslamî (DAIŞ). Barzanî herwiha behsa tundûtûjiya li dijî kêmîneyên olî yên li Sûriyeyê, û herweha bêçekkirina ku ji aliyê PKKê ve li Tirkiyeyê hat ragihandin, kir.
Barzanî dest bi axaftina xwe kir û bal kişand ser rewşa li Sûriyeyê û zêdebûna tundûtûjiyê li dijî Elewî, Druzî û Kurdan ji dema hatina rêveberiyên nû ve.
Berî niha di meha Adarê de, rêkeftinek di navbera Serokê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), Mazlûm Ebdî, û Serokê Demkî Ahmed El-Şaraa de hat îmzekirin, ji bo yekxistina saziyên leşkerî û sivîl ên herêmê bi hikûmeta navendî re. Lê belê, ev rêkeftin nehatiye cîbicîkirin. Barzanî got ku wî "fikarên mezin hene ku rewş di navbera gelên Kurd û Ereb de gurr bibe" û rê li ber destwerdaneke biyanî veke.
Barzanî diyar kir: "Divê em pirsgirêkan çareser bikin; divê em bala xwe nedin şer, ji ber ku şer ne çareserî ye." Wî anî ziman, "Hêzên nû yên ku hatine ser desthilatê, divê hemû pêkhateyên ku welatê me pêk tînin, li ber çavan bigirin."
Li ser pirsa derbarê îhtimala destwerdana Tirkiyeyê li dijî Hêzên Sûriya Demokratîk, Barzanî bersiv da ku "Tirkiye piştgiriyê dide pêvajoyeke aştiyane" û "piştgirî dabû rêkeftina di meha Adarê de, weke me jî." Her wiha got, "Em bi hev re hewl didin ku rêkeftin bi awayekî rast bê cîbicîkirin."
Barzanî herwiha pêşwazî li bêçekkirina ku ji aliyê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ve li Tirkiyeyê hat ragihandin kir û hêviya xwe anî ziman ku ev yek dê bibe sedema aştiyê û azadkirina Rêberê PKKê Abdullah Ocalan. "Ez bawer dikim ku azadiya wî dê bibe encameke pêvajoya aştiyê."
Di dawiyê de, li ser pirsa derbarê vekişîna plansazkirî ya hêzên Amerîkî ji Iraqê heta dawiya sala 2025ê, Barzanî got, "Bêguman eger hêzên Amerîkî û hevpeymanan vekişin, wê demê em ê rûbirûyî heman senaryoya ku di sala 2012ê de qewimî, bibin: DAIŞ (rêxistina Dewleta Îslamî) dê dîsa rabibe."
Wî hişyarî da: "DAIŞ metirsiyeke pir mezin e û me bi awayekî fermî got ku ev helwesta me ye; ew beşek ji siyaseta me ye."