Li Qamişlo nexweşên gurçikê 2 êşan dikşînin

Nexweşên gurçikan li Qamişlo û deverên derdora wê rojane ji ber kêmbûna navendên bêberamber ên şuştina çurçikan û têçûnên bilind ên nexweşxaneyên taybet, êşê dikşînin.

Aug 7, 2025 - 14:34
Li Qamişlo nexweşên gurçikê 2 êşan dikşînin

Di navbera nebûna bijardeyan û bilindbûna nirxan de nexweşên gurçikan li Qamişlo dinalin.

Nexweşên gurçikan li Qamişlo û deverên derdora wê rojane ji ber kêmbûna navendên bêberamber ên şuştina çurçikan û têçûnên bilind ên nexweşxaneyên taybet, êşê dikşînin.

Li Qamişlo du navendên bêberamber hene, yek li Nexweşxaneya Niştîmanî ye û ya din li Navenda Elaya ye, lê ew nikarin pêwîstiyên nixweşan peyda bikin.

*Nexweş dinalin

Gelek nexweşên ku niha li navendên bêberamber gurçikên xwe dişun, ditirsin ku di pêşerojê de ew derfet jî nebe.

Hejmara alavên ku li navendên bêberamber hene têra pêdiviyên nexweşan nakin, û nexweş asta herî nizim ji xizmetguzariyan werdigrin.

Meysa Meter ji Rêvebriya Navenda Elaya ya bêberamber ji Welat TV re got: “Navend rojane 12 demjimêran kar dike, 6 alavên şuştinê lê hene, û tenê dikare pêşwaziyê li 18 nexweşan di rojê de dike, ji ber wê yekê gelek kes neçar dibin berê xwe bidin nexweşxaneyên taybet”.

Ji ber rewşa abûrî ya xerab a gelek welatiyan ku karînên wan tune ne berê xwe bidin nexweşxaneyên taybet, nexweşên gurçikan û malbatên wan banga berfirehkirina navendên bêberamber û zêdekirina hejmara alavên bizîşkî dikin.

*Qmişlo û Hesekê bêpar in

Duh, bi beşdariya Wezîrê Tendirustiyê yê Sûriyê Mus´eb Elî di destpêşxeriyekê de bi alîkariya rêxistina Mêdglopal, pizîşk û karsazên Sûrî, 140 alavên pêşketî ji bo şuştina gurçikan li ser navendên tundirustî belav kirin.

Ew alav li Şam, Der´a, Siwêda, Heleb, Hema, Hims, û Dêra Zorê hatin belavkirin.

Wê destpêşxeriyê Qmişlo û Hesekê li xwe negirt, di demekê de ye ku navendên şuştina gurçikan li Hesekê ji kêmbûna alavan dinalin.