Iraq ji bo şandina maaşên Kurdistanê 3 mercên nû datîne

Iraq bi merc biryara xerckirina mûçeyê meha 6an a mûçexurên Herêma Kurdistanê da

Aug 20, 2025 - 09:06
Iraq ji bo şandina maaşên Kurdistanê 3 mercên nû datîne

Li Bexdayê hat ragihandin: Encumena Wezîran a Iraqê, biryara xerckirina mûçeyê meha şeşan a karmendên Herêma Kurdistanê da.

Di civîna îro ya Encumena Wezîran a Iraqê de, bi merc biryara xerckirina mûçeyê meha Hezîranê ya Herêma Kurdistanê hate dayîn.

Li gorî agahiyan, 3 mercên hikûmeta Iraqê ev in:

Pêwîst e Hikûmeta Herêma Kurdistanê, kompanyayên neft û petrolê pêdagir bike bi berhemanîna neftê û radestkirina wê bi SOMO re.

Şanda Herêmê û komîteya wezîran li ser dahata ne-neftî li hev bikin.

120 milyar radestî hikûmeta federal were kirin.