Mesrûr Barzanî: Armancgirtina Kurdan desthilata Şamê û wijdana civaka navdewletî dixe bin pirsiyarê
Mesrûr Barzanî: Armancgirtina Kurdan desthilata Şamê û wijdana civaka navdewletî dixe bin pirsiyarê
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê geşedanên dawî yên li bajarê Helebê yê Sûriyê peyamek belav kir û nîgeraniya xwe ya kûr li ser êrîşên li dijî kurdan û hewldanên guhertina demografîk anî ziman.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 8ê Çileyê di peyama xwe de destnîşan kir, bûyerên li Helebê diqewimin û bi taybetî armancgirtina kurdan bi mebesta guhertina demografîk, desthilata Şamê û wijdanê civaka navneteweyî dixe bin pirsiyarê. Barzanî diyar kir ku ev rewş metirsiyeke mezin li ser jiyana welatiyên sivîl diafirîne.
"Şer nabe çareserî"
Mesrûr Barzanî di berdewamiya peyama xwe de bal kişand ser encamên wêranker ên şer û got: "Şer û tundûtûjî tu carî nabe çareseriya bingehîn a tu pirsgirêkan. Divê tu hincet û bihaneyek nebin rê ku rê li ber paqijiya etnîkî bê vekirin."
Serokwezîr bi taybetî nîgeraniya xwe ya kûr li ser êrîşên ku li dijî taxên kurdnişîn ên li bajarê Helebê têne kirin anî ziman û daxwaz kir ku demildest ev êrîş bêne rawestandin.
Bang li aliyan hat kirin: Rêya diyalogê hilbijêrin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bang li hemû aliyan kir ku xwe ragirin û parastina jiyana sivîlan bikin wekî erkekî sereke bibînin. Herwiha Mesrûr Barzanî daxwaz kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan rêya diyalog û guftûgoyê bê hilbijartin.
Herwiha Mesrûr Barzanî hêviya xwe anî ziman ku pergala rêveberiya niha ya Sûriyê bibe pergaleke demokratîk, giştgir û berpirsiyar ku bikaribe mafên hemû gelên Sûriyê biparêze.