Peyamek ji Serok Barzanî

Peyamek ji Serok Barzanî

Jan 7, 2026 - 18:36
Peyamek ji Serok Barzanî
Peyamek ji Serok Barzanî

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Guhertinên siyasî yên li Sûriyê derfeteke baş bû ji bo dîtina çareseriyeke guncaw ku mafên rewa yên gelê Kurd li Sûriyê bên berçavgirtin û hemû pirsgirêk jî bên çareserkirin. Ji bo vê armancê, me bi hemû aliyan re gelek hewl da ku divê hemû kêşe û nakokî bi rêya diyalogê û bi awayekî aştiyane bên çareserkirin.

Lê belê ev rewşa metirsîdar û şer û tundûtûjiya ku niha li bajarê Helebê heye, cihê gelek dilgiraniyê ye û metirsî li ser jiyana xelkê sîvîl û welatiyên bêtawan çêkiriye û gefa qirkirina etnîkî li dijî Kurdan li wê deverê heye.

Daxwaz ji desthilatdarên Sûriyê dikim ku nakokiyên siyasî nekin nakokiyên neteweyî û neyê hiştin ku welatiyên Kurd ji ber van kêşe û pirsgirêkên li herêma Helebê, rastî zext û tundûtûjiyê, derxistina ji cih û warên bav û kalên xwe û qirkirina etnîkî bên. Herwiha daxwazê ji aliyên Kurdî û bi taybetî (QSD) dikim ku çi ji destê wan bê bikin ji bo rawestandina şer û pevçûnan û rêgirtina li xwînrijiya zêdetir, û herdu alî jî ji bo çareserkirina pirsgirêkan, kar ji bo girtina rêya diyalog û gotûbêjan bikin. Nabê hebûna nakokiyên siyasî bibe sedema wê yekê ku jiyana xelkê sîvîl bikeve bin metirsiyê û qirkirina etnîkî li dijî gelê Kurd rû bide, ev tawanek li dijî mirovahiyê ye û encamên metirsîdar dê ji wê derkevin.

Mesûd Barzanî
07.01.2026