Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ji bo Koçberên Helebê yên li Efrînê Banga Alîkariyê Dike
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ji bo Koçberên Helebê yên li Efrînê Banga Alîkariyê Dike
EFRÎN, 08.01.2026 – Li gor daxuyaniya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF), ji ber zêdebûna aloziyan li bajarê Helebê, bi hezaran malbatên koçber berê xwe dane Efrînê. BCF, ji ber nirx û bingehînên mirovî, dilgiran e ji ber karesatên mirovî û koçberiya bi darê zorê ya li herêmê û banga alîkariyê dike.
Dezgehê destnîşan kir ku aloziyên li Helebê bûne sedema êş û jan û berbelavbûna jin, zarok û welatiyên sivîl. Li gor amarên destpêkê, hejmara malbatên koçber ên ku xwe gihandine Efrînê digihîje 22 hezaran.
Di bersiva vê rewşa mirovî ya giran de, Nivîsîngeha Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Efrînê kampanyayeke mezin a mirovî ragihandiye. Armanca vê kampanyayê dabînkirina alîkariyên destpêkê ji bo koçberên ku ji ber şer hatine Efrînê ye.
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bang li ajansan, rêxistinan, civaka navdewletî, xelkê xêrxwaz ê Herêma Kurdistanê û diyasporaya Kurdistanî ya li derve dike ku piştgiriyê bidin vê hewldana mirovî. BCF daxwaz dike ku alîkarî bêne kirin da ku ew karibin alîkariyên pêwîst bigihînin xelkê herêmê û barê wan sivik bikin.
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di daxuyaniya xwe de tekez kir ku berê jî di alîkarîkirina xelkê ziyanberketiyên li herêmê de roleke berçav lîstiye û dê di vê qeyranê de jî berdewam be li ser peywira xwe ya mirovî.
Bangewaziyek ji Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ji bo alîkariya koberên Helebê li Efrînê
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, ji ber nirx û bingehînên mirovî, bi dilgiraniyeke mezin li pêşketin û zêdebûna aloziyên li bajarê Helebê dinêre. Bêguman, ev cure aloziyên hanê dibin sedema karesatên mirovî û koçberbûna xelkê herêmê ji mal û warên xwe. Lewra girîng e ku canê welatiyên sivîl bê parastin û rê li ber koçberiya bi darê zorê bê girtin, ku mixabin ev alozî dibin sedema êş û jan û berbelavbûna jin û zarok û welatiyên sivîl û qeyranên din ên mirovî.
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî berê jî roleke berçav di alîkarîkirina xelkê ziyanberketiyên li herêmê de lîstiye, yên ku ji ber şer koçber bûne. Niha jî, ji ber wan aloziyên Helebê, gelek koçber berê xwe dane Efrînê, ku li gor amarên destpêkê, hejmara wan digihîje 22 hezar malbatan.
Di vî warî de, Nivîsîngeha Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Efrînê, kampanyayeke mezin a mirovî ragihand, ji bo alîkariyên destpêkê ji wan koçberan re dabîn bike, yên ku ji ber vî şerî berê xwe dane Efrînê.
Li vir da Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, bang li ajansan, rêxistinan, civaka navdewletî, xelkê xêrxwaz ê Herêma Kurdistanê û diyasporaya Kurdistanî ya li derve dike ku alîkarî û piştgiriyê bidin Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, da ku em bikaribin alîkariyên mirovî bigihînin xelkê herêmê.
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî
08.01.2026