Ciwanên Aza û Kurdistanperwerên Kerkûkê
Ciwanên Aza û Kurdistanperwerên Kerkûkê
Hermin Ehmed
Kerkûka min, tu ku xwediyê wan kurên qehreman û bêtirs bî, neyar û dijminên Kurdan li hemberî te dilerizin û dilê ciwanên me yên wêrek awaza sirûda "Ey Reqîb" lêdixe.
Ey zarokên Kerkûkê, di 17ê Befranbarê de, di roja Ala Kurdistanê de me dît, li hemberî wêrekiya we û bêtirsiya we, li asta cangoriya we, li hemberî qurbanîdana we ji bo bilindkirina ala me, ji bo bilindkirina Ala Kurdistanê li ser peykerê Pêşmergeyê Kurd ku sembola parastina ax û welat e, wê rojê me hem mêrxasiya we û hem jî tirsa dijminan û dagirkeran û kirêgirtiyan jî me ji bilindbûna Ala Kurdistanê û ji navê Pêşmerge û ji îrade û ruhê ciwanên Kurd yên Kerkûka dilê Kurdistanê de dît.
Ez wê rojê li Brukselê, paytexta Yekîtiya Ewropayê, li avahiya Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bûm û min gotara pîrozkirina Roja Alayê dixwend, we jî li Pîreşara Kurdan, Kerkûka tijî xem û êş, Bajarê Sor a dilê Kurdistanê, şerê bilindkirina Ala Kurdistanê dikirin.
Kerkûk li ser bingeha pêkvejiyan û aştiya di navbera neteweyan de hatiye avakirin, lê mixabin yên ku niha bûne desthilatdarên vî bajarî, ne dizanin pêkvejiyan çi ye, ne hezkirina wan ji Kerkûkê re heye û ne jî dizanin mirovdostî û jiyandostî çi ye. Lewra ew baş têgihîştine ku hêrsa ciwanên Germiyan sînor nas nake û rûmeta alayê ji bo ciwanên bajarê Kerkûkê rabûna bahoz û qiyametê ye û bi semfoniya berxwedanê ber bi mirinê, semfoniya evîna axê û pîroziya axê û bilindbûna navê Pêşmerge ve diçin.
Neyar jî ji vê rastiyê têgihîştine, lewra her gava boneyekî neteweyî çêdibe, bi tirsonekane hêza xwe ya leşkerî û Hummer û lûleyên tivingên xwe li hemberî we bilind dikin, ew hêza ku heman hêz bû ku di şev û rojekê de bi çek û tank û zirxpoşên serdemê li hemberî hêzekî tarîperest mîna DAIŞ xwe ranegirt û reviyan, niha bi heman tank û zirxpoşan li hemberî ciwanên Kurd yên aşitîxwaz û jiyandost disekinin ku ti çekek di destên wan de nîne, tenê alayek û baweriyek û ruhekî bilind û dilekî azad heye.
Dewleta Iraqê û şovenîst û dagirker ji hemû sembol û nîşanan û ji alaya me ditirsin, lewra dizanin Kurd ji bo sembolên niştiman canê xwe gorî dike.
Bêedaletî di siyaset û sîstema hikûmeta Iraqê de ev yek ji me re îsbat kiriye ku ew tenê zimanê hêza tundûtûjiyê dizanin, tevgerên wan yên nedemokratîk û bêdadwerî îsbat kiriye ku tiştek ji kîna wan li hemberî Kurd nayê guhertin, berê cîhan bêagah bû ku Kurd şerê mafên xwe dike, şerê pêkanîna demokrasiyê dike, şerê pêgeheke neteweyî dike û ev hemû mafên ku Kurd li Kerkûkê daxwaz dike, li cem hikûmeta Iraqê û demokrasî û dadweriya wê, daxwaz û xwestekên vala ne.
Çareseriya rewşa Kerkûkê tenê bi yekîtî û yekrêziya partiyên siyasî yên Kurdistanî dibe faktoreke xurt ji bo vegerandina dadweriya siyasî û civakî li Kerkûkê.
Pêwîst e rêgezên takekesî û komên Iraqçî û meyildarên milîsan, werin dûrxistin, lewra di heman demê de ne mimkûn e ku mirov hem Iraqçî be û hem jî wekî fîgurekî neteweyî yê Kurd biaxive.
Ji bo vegerandina demografya resen a vî bajarî, ne tenê ez pêwîst dibînim, lê divê ew zexta siyasî û civakî were çêkirin ku kî xwediyê axê ye? Rûpelên dîrokê werin vekirin û xebata hevbeş li ser demografya etnîkî û çanda pêkvejiyanê li vî bajarî were avakirin, lewra Kerkûk paytexta Germiyanê û dilê Kurdistanê ye.