BCF li Efrînê Alîkariya Darayî li Ser Zarokên Sêwî Dabeş Kir
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Tixûbê Efrînê Alîkariya Darayî li Ser Zarokên Sêwî Dabeş Dike
Nivîsîngeha Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) li Efrînê, di çarçoveya projeya Ezîzan – Kurdistanê de û di berdewamiya projeyên Mala Ezîzan de li tevahiya gund û bajarokên Efrînê, di dîroka 12.12.2025ê de, alîkariya darayî li ser 192 zarokên ezîz (sêwî) li tixûbê Efrînê dabeş kir.
Mala Ezîzan ya li Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, di bin dirûşma “Bi alîkariya her zarokekî ezîz, hûn paşerojeke geştir ji bo wî/wê ava dikin,” di çendîn sektorên cuda de xizmeta ezîzan (zarokên sêwî) û jinên bêhevjîn kirîye, ji wan:
Dabînkirina mûçe û alîkariya darayî ji bo ezîzan (zarokên sêwî) û jinên bêhevjîn.
Xelatkirina xwendekarên ezîz yên serkeftî.
Dabînkirina cil û berg, çente, perawge û pêdiviyên xwendinê ji bo ezîzan.
Dilxweşkirina wan bi serdana melevangeh, park, qada hespsiwarî û cihên seyrangehê.
Dabînkirina selikên xwarinên hişk, xwarinên germ û bexşîna goştê qurbanê.
Dabînkirina kartên bîmeya tenduristiyê ji bo ezîzan.
Encamdana lêkolîn û neştergerî û çareseriya pizîşkî ji bo ezîzan.
Piştî karesatên xwezayî yên erdhejê û gihîştina bi alîkariya qurbaniyan û vekirina nivîsîngeha Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Efrînê, zarokên ezîz û xwendekarên tixûba “Efrînê” jî ji alîkariya darayî û cûrbecûr alîkariyên Mala Ezîzan ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî sûdmend bûn.