Li Hewlêrê Navenda Înîsiyatîfa Şaristaniya Gerdûnî Hat Vekirin

Li Hewlêrê Navenda Înîsiyatîfa Şaristaniya Gerdûnî Hat Vekirin

Dec 16, 2025 - 15:24
Li Hewlêrê Navenda Înîsiyatîfa Şaristaniya Gerdûnî Hat Vekirin
Li Hewlêrê Navenda Înîsiyatîfa Şaristaniya Gerdûnî Hat Vekirin

Êvara duşema borî, "Înîsiyatîfa Şaristaniya Gerdûnî" li bajarê Hewlêrê hat vekirin û tekezî li ser pêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Çînê hat kirin.

Sefîn Muhsîn Dizeyî, Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di merasîma vekirina navendê de bi navê Hikûmeta Herêma Kurdistanê axaftinek pêşkêş kir. Navbirî ligel pîrozbahî û spasdariyê li Hikûmeta Çînê û "Kawa Mihemed", xwediyê ramana damezrandina navendê, hêvî kir ku ev gav bibe sedema bihêzkirina peywendiyên di navbera her du aliyan de.

Muhsîn Dizeyî, amaje bi karên pêşeng ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, bi taybetî di warê enerjiya paqij û pirsgirêkên guherîna avhewayê de. Herwiha ragihand: "Guherînên avhewayê cihê rawestanê ne û girîng e ku hemû alî di vê derbarê de hevkar bin."

Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve rola dewleta Çînê bi giranî nirxand, ku di dema borî de derfet ji hejmareke zêde ya karmendên hikûmetê û welatiyên Herêma Kurdistanê re peyda kiriye ku serdana Çînê bikin û beşdarî qursên cûda yên perwerdeyê bibin.

Di dawiyê de, Sefîn Dizeyî hêvî kir ku vekirina vê navendê di pêşxistina zêdetir a pêwendiyan û berdewamiya danûstandinên zanistî û çandî de di salên bê de roleke bibandor bilîze.