Banka Navendî ya Iraqê: Xelk bawerî bi sîstema bankî tûne
Elî Elaq Parêzgerê Banka Navendî ya Iraqê, ragihand: “%80 ê diravên Iraqî li derveyê bankane û li malan da hatiye hilgirtin. sedema wê jî ewe ye ku baweriya xelkê bi sîstema bankî re lawaze”.
Parêzgerê Banka Navendî ya Iraqê tekez li ser nebûna baweriya xelkê Iraqê bi sîstema bankî dike û dibêje: “%80 ê pereyên Iraqê li derveyê bankane û li malan da hatiye hilgirtin”.
Elî Elaq Parêzgerê Banka Navendî ya Iraqê, ragihand: “%80 ê diravên Iraqî li derveyê bankane û li malan da hatiye hilgirtin. sedema wê jî ewe ye ku baweriya xelkê bi sîstema bankî re lawaze”.
Balkişand li ser wê yekê ku: “Plana çaksaziya bankî hatiye danîn, ji bo bihêzkirina baweriya bi sîstema bankî ya Iraqê û çareserkirina giriftan, bi taybetî ew pereyê zêdeyê ku li malan hatiye hilgirtin çawa wiha bikin bê bankan.”
Parêzgerê Banka Navendî ya Iraqê eşkere jî kir, % 10 bankan têbîniya wan li ser plana Banka Navendî heye û dibêje: “10 bankên Iraqê jî li jêr hilweşandinê ne ew jî ji ber bê şiyanî li vegerandina pereyê pêşekiya hevbeşên wan bûye.
Heftiya rabihurî Mezher Mihemed Salih, Şêwirmendê Darayî û Aborî ya Serok Wezîrê Iraqê ragihandibû: “li Iraqê da 100 trîlon dînar hatiye çap kirin û ew bire jî vedigerê ku dest bi dest du dike li navbera xelk û bazarê da û beşek jî diravên yedege”.
Eşkere jî kir, li Iraqê da xelk kêmtir baweriya wan bi bankan heye, got: “% 88ê dirava Iraqî li derveyê bankane û li cem xelkê ne û beşeke pereyê nivistiye”.
Tekez kir: “Civaka Iraqê zêdetir pişt bi pereyê kaş dibestin û ewe jî weku mîrat maye û kêmtir hêvî ji bo bankan dibin, ji bo wê yekê diravê Iraqî bi xerapî hildigrin û beşeke diravê xerabe û dirayî ye”.