Hikûmeta Iraqê li hember rizgarkirina revandiyan de, bêdenge...
Em nizanîn ji bo çi Hikûmeta Iraqê bêdenge beranber venegeriyana kesukarên me. Eger nikare kesukarên me vegerîne, bila hestiyên cangoriyên me di gorên bi kom da bînîn derve.

Yanzdeh sal li ser Jenosayda Şingalê ji aliyê terorîstên Da'îş ve derbasbûn, heta niha ew kesên di destê Da'îşê da venegeriyane nav kesukarên xwe û lê bê hêvî nebûne. Adil kesukareke revandiyane ji bo Rojnama Evro dibêje: Bi tenê dayika min hatiye rizgarkirin û hê jî bab û 10 kes ji malbata min, bê serûşûnin û winda ne û rojane çaverêya xeberê rizgarkirina wanîn.
Adil Xelef, yek ji kesukarên revandiyên destên Da'îşê ji bo Rojnameya Evro diyar kir, ev e yanzdeh sal bihûrîn û heta niha ji vegeriyana kesukarên xwe bê hêvî nebûye û got: Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Nivîsîngeha Nêçîrvan Barzanî gelek li gel me alîkarin ji bo vegerandina kesukarên me.
Navbihurî got: Em nizanîn ji bo çi Hikûmeta Iraqê bêdenge beranber venegeriyana kesukarên me. Eger nikare kesukarên me vegerîne, bila hestiyên cangoriyên me di gorên bi kom da bînîn derve.
Şêxan, Barzan Mizûrî: