Jenosayda 8000 Barzaniyên bêguneh
Lê îradeya mîlletî ya polayî bi serkeft û dijmin hatin ruxandin û sêdaredan û ew man û serferaz û azad jiyan.

Rehîma Berwarî
42 borîn li ser wê zulma mezina dil û cerg hejîn ya jenosayd kirina 8000 Barzaniyan ji layê rejîma ruxiyayî ya Bexda ve, bi merema nehêlana regezê nêr di nav milletê Barzaniyan da û qirkirina wan bi temamî. Ev hewe her ji sala 1975 piştî xiyanetkariya Cezaîr despêkir heta sala 1983 bi merema binbirkirina nifşê Barzaniyan. ku wan çi guneha xo nebû bi tenê guneha wan ew bû ku Kurdbûn û Barzanî bûn. Lewma dirindane hatine girtin û ji hembêza dayik û hevjîn û keç û kur û xûşkan hatine dûrêxistin û li trumbêlan siwarkirin û li çol û biyabanên Başûrê Iraqê bi saxî hatin binaxkirin. Piştî li sala 1975 bi dehan hezar Kurdên Barzanî koçberî welatên Tirkiye û Îranê bûn, bi dehan hezarên din jî di pêkoleka jenosayda bername bo dariştî bi zorî li payîza sala 1975 hatine veguhastin ji bo biyabanên Başûrê Iraqê û li çendîn ordugahên(wargehên) taybet bi Barzaniyan ve akincîkirin.
Li sala 1980 dubare hatine veguhestin bo ordugahên bi zorî yên Quştepe û li ordugahên Qudis û Qadisiye akincîkirin.
Li 3 tîrmeha 1983 leşkerê rejîma heriftî ya Bexda ordugayên Qudis û Qadisiye li Quştepe dorpêç kirin.
Ji 7 saliyê û pêda ji regezê nêr ji malên wan revandin û desteserkirin û bi zorî dikirine di trumbêlên taybet da û berev cihên nediyar dibirin.
Li 10 tebaxa 1983 dîsa zelamên Barzaniyan yên ordugayên Herîr, Behirke, Diyana, Goretû bi heman şêwe desteserkirin. Ev prose herdem ya berdewam bû. Careka dî li 1 çiriya yekê sala 1983 lê ev care ji carên dî tundtir bû, çunkî ne bi trumbêlên serbazî, belku bi trumbêlên asayî û teksiyan kevtine nav ordugayan û mal bi mal geriyan.
Her kesekê ji regezê nêr maban ku pitiriya wan zarok bûn hatine desteserkirin ku hejmara wan gehişte 8 hezar Barzaniyan. Paşan li çol û biyabanên Başurê Iraqê bi saxî binaxkirin û zarok û jin jî li ordugayên bi zorî li jêr kontrola tund ya serbazî da bûn, av û kareb û dergehên xwendingeh û nexweşxaneyan li ser jin û zarokên bê semyan hatine girtin.
Jenosaydkirina 8 heşt hezar Barzaniyan ji regezê nêr û bi naxkirina wan li çol û biyabanên Başurê Iraqê, her 8 heşt qonaxên enfala li duv da hatin 1980 heta 1988 dumahî qonax li Behdînan bû û 182 hezar sîvîlên bêguneh şehîd kirin û 4500 gund jî wêrankirin bi merema qirkirina mîlletê Kurd. Lê îradeya mîlletî ya polayî bi serkeft û dijmin hatin ruxandin û sêdaredan û ew man û serferaz û azad jiyan.
Piştî sala 2003 ruxana rejîma Bexda termên 596 Barzaniyan li biyabanên Erer hatin dîtin û hatin veguhestin bo Barzan û li goristana jenosaydkiriyan hatin ax spartin. Serwerî bo şehîdan û serşorî bo dijminên Kurd û Kurdistanê.