Ew dema ku jin hate ser mehfûra sor
Êdî ev e hêza rastîna jine ku şoreşa li serdema Nêçîrvan Barzanî de destpêkir. Ji bo wê yekê xewna wan jinên ku bi dest mehfûrê çêdikirin pêkhat ku îro jin jî li ser mehfûra sor da dimeşin.
Behre Mihemed
Jinên berê bi destan mehfûran çêdikirin, xewna wan ew e bû ku rojek bê her mehfûr na, belkû jin li ser mehfûra sor bimeşe û bê ser desthilatê.. karê xwe hebê, bikarê mil bi milê zilaman mafên xwe bi dest bixe.
Ev e xewn bû, lê belê ev xewn li serdema Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêkhat. Dema bingeha yasayî ya rewşa kesî hate rexsandin, civak li rûyê jinan de hate vekirin. Jin hate ser mehfûra sor, serdema zêrîn ya jinan derket.
Qewlek heye dibêje: Civaka pêşketî li jinê ve temaşe bike. Îro bi rêya jinan ve civakeke pêşketî li Herêma Kurdistanê dibînîn. Ev bi hêza îro ku jinan li civaka Kurdistanê heye, şoreşeke serkeftî ya Serok Nêçîrvan Barzanî bû.
Ev e serkeftineke mezin bû ku niha li hemû waran da jin pêşengin. Herêma Kurdistanê bi vekirina azadî, pêşketina demokrasiyê li nava dilê civakê de neştergeriyeke serkeftî li dabûnerîtan de hate encamdan. Ev e rêk pêkdadana şaristaniyetê bû ku Herêma Kurdistanê bi rola jinan ve mil bi milê zilaman, ji bo Kurdistaneke bihêz û demokrasiyê ceng kirin.
Ew ê cihê dilxweşiyê ye, îro li Herêma Kurdistanê jin wezîre, parlementere, dîplomatkare, siyasî ye, veberhênere, serkirdeye, serokê kompanya ye, hizirmende. Êdî ev e hêza rastîna jine ku şoreşa li serdema Nêçîrvan Barzanî de destpêkir. Ji bo wê yekê xewna wan jinên ku bi dest mehfûrê çêdikirin pêkhat ku îro jin jî li ser mehfûra sor da dimeşin.