Robotek taybet ji bo Kurdistanê hat afirandin
Lîzan Dizeyî got ku robot li ser teknolojiya ChatGPT herwaha hişê zîrek ê AI hatiye çêkirin.
Keça Kurd Lîzan Dizeyî, bi afirandina robotek jîr û zîrek, Kurdistanê derbasî nav cîhana robotî ya jîr û zîrek dike, ku niha li cîhanê tê pêşxistin da ku karê rojane yê mirovan hêsantir bike.
Lîzan Dizeyî, keçeke Kurd a ji Hewlêrê ye, ku rûniştvana Holandayê ye û li Kurdistanê xwendekar e û ji BasNewsê re got: "Wekî yekem kes di nav Kurdan de, min fikra afirandina robotek jîr afirand. Mafê çêkirina wê robotê jî min wergirtiye ku navê wê jî Lizan Soulbot e.
Lîzanê got: "Robot bi awayekî mîna mirovan hatiye sêwirandin û çêkirin û bi aqilê sûnî û hişê zîrek dixebite, bi mirovan re hevaltiyê dike û hestên wan fam dike."
Li gorî darêjan û dîzayna Lîzan, robot ne tenê software e, lê mîna mirovekî hîs dike û difikire, jîr e, mîna mirovekî hevaltiyê dike û alîkariyê dike û hin karên rojane dike.
Lîzan Dizeyî got ku robot li ser teknolojiya ChatGPT herwaha hişê zîrek ê AI hatiye çêkirin.
Parçeyên laşê robotê ji hêla Lisan ve bi awayekî hatine sêwirandin ku ew mudaxeleyî karê rojane nake û dikare tiştên ku hûn dixwazin ji bo xwe bikin bi hêsanî û baş wekî mirovan bike.
Robot dê bi WiFi û ChatGPT re bixebite da ku tiştan hêsantir bike.
BasNews