Nûnerayetiya Behreynê li Hewlêrê vedibe

Balyozê Behreynê ji bilî dûpatkirina girîngîpêdana welata xwe bi peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê re, behsa hewlên vekirina Nûnerayetiya Behreynê li Hewlêrê kirin.

Aug 5, 2025 - 11:36
Nûnerayetiya Behreynê li Hewlêrê vedibe

Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê Behreynê kir

Sipêdehiya îro sêşem 05.08.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, li hevdîtinek da bi birêz Xalid Ehmed Elmensûr Balyozê Şahnişîna Behreyn li Iraqê re, peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê bi Behreynê re gotûbêj kir.

Her du alî tekez li ser xwesta du aliyane ya pêşxistina peywendiyan û berfirekirina alîkariyên hevbeş û bi taybetî li warê aborî û bazirganiyê da kirin û hevra bûn ku sûd ji ezmûnên hevdû bibînin.

Li vî derbarî de birêz Balyozê Behreynê ji bilî dûpatkirina girîngîpêdana welata xwe bi peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê re, behsa hewlên vekirina Nûnerayetiya Behreynê li Hewlêrê kirin.

Peywendiyên Hewlêr - Bexda, rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê û pêşhatên dawî yên navçeyê bi giştî, mijarên dinê hevdîtinê bûn.