Keşnasiya Iraqê: Îro pileya germa digihe 52 pileyan

Jul 27, 2025 - 10:08
Jul 29, 2025 - 10:09
Keşnasiya Iraqê: Îro pileya germa digihe 52 pileyan

Desteya Keşnasiya Iraq dibêje: Tê pêşbînî kirin ku îro yekşem pileya germa li hinek navçeyên Başûrê Iraqê bigihe 52 pileyên Celsius ê.

Amir Cabirî Peyvdarê Desteya Keşnasî û Erdhejzaniya Iraqê, îro yekşem 27ê tîrmeha 2025  ragihand, ew şepola nizima germ ya demsalî ye ku rû li Iraq û Herêma Kurdistanê kiriye û wiha kiriye pileya germayê bi awayeke ber bi çav bilind bibê û bandoreke zelal dibe.

Peyvdarê Desteya Keşnasî û Erdhejzaniyê Iraqê got: "Tê pêşbînî kirin ku nîvro ya îro yekşem pileya germa li beşeke parêzgehên navîn û başûrê Iraqê bigihe 52 pileyên Celsius, ew jî wekî bajarê Basra, Zîqar û Mîsan".

Peyvdarê Desteya Keşnasî û Erdhejzaniyê Iraqê balkişand li ser wê yekê li hinek dam û dezgehên girîng wekî saziya neftê dibe ku li Basra ala mor bilind kiribe, ew e jî wekî nîşaneke ji bo metirsîdariya rewşê. Ji bo wê yekê berhemên saziyên neftê hatiye kêm kirin, ew e jî ji bo kêmkirina guvaş û metirsiyane.

Peyvdarê Desteya Keşnasî û Erdhejzaniyê Iraqê da zanîn ku li çend rojên derbasbûyî de pileya germayê 51 pile li parêzgehên Basra û Semawe hatiye tomar kirin. Her wiha li Kerkûk 50 pile hatiye tomar kirin, Bexda doh nêzîkî 50 bû.

Amir Cabirî got: "Li rojên sêşem û çarşem pileya germayê piçek dadikeve."