Peymana ewlehiyê di navbera Iraq û Îranê de hate wajokirin
Nivîsîngeha çapemeniyê ya Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî got ku di bin çavdêriya serokwezîr de, Aracî û Larîcanî li ser ewlehiya sînorê di navbera xwe de peymaneke têgihîştinê wajo kirin.
Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê Qasim el-Aracî û Sekreterê nû yê Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê Elî Larîcanî li Bexdayê peymanek ewlehiyê îmze kirin.
Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê Elî Larîcanî roja Duşemê sibehê gihîşt Bexdayê da ku bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî re bicive û peymaneke ewlehiya tixûbî îmze bike.
Nivîsîngeha çapemeniyê ya Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî got ku di bin çavdêriya serokwezîr de, Aracî û Larîcanî li ser ewlehiya sînorê di navbera xwe de peymaneke têgihîştinê wajo kirin.
Sûdanî got, "Iraq dê bênavber hewl bide ku têkiliyên bi Komara Îslamî ya Îranê re pêş bixe û hevkariyên berhemdar di warên cûrbecûr de xurt bike da ku xizmeta berjewendiyên gelên Iraq û Îranê bike."