Hevrikên Yaneya Zaxo eşkere bûn
Kuraya Şampiyonaya Yaneyên kendavê hate kirin
Pişkêşana an ku kuraya (AGCFF Gulf Club Champions league) Şampiyonaya Yaneyên Kendavê îro hate kirin, yaneya Zaxo nûnerê Herêma Kurdistan û Iraqê kete grupa yekê da.
Yaneya Zaxo wekî Nûnerê Herêma Kurdistan û Iraqê dê beşdariya vê şampiyonayê bike û di grupa A da, dê rûbirûyê her yek ji yaneyên Qadisiye ya Kuweytî, Eyn ya Îmaratî û Setre ya Behreynî bibe.
Kurên Xabîrê di yekem yariya xwe da biryare li 16-9-2025 ê bikin û li nava cemawerê xwe da mîhvandariya yaneya Qadisiye ya Kuweytî bike.
Di gera du yê jî da li rêkkefta 01-10-2025 ê Zaxo dê bibe mîhvanê yaneya Setre ya Behreynî, di gera sê yê jî da li 21-10-2025 ê biryare li yarîgeha xwe Zaxo mîhvandariya yaneya Eyn ya Îmaratî bike.
Di gera çarê da li 4-11-2025ê Zaxo li Îmaratê dê rûbirûyê yaneya Eyn bibe, paşê li rêkkefta 23-12-2025 ê Zaxo ji bo yariya Qadisiye dê biçe Kuweytê li yariya dûmahiyê jî ya qonaxa grupan kurên Xabîrî li 11-2-2026ê dê li nava yarîgeha xwe de mîhvandarîya yaneya Setre ya Behreynê bike.
Yaneya Zaxo wekî nûnerê Herêma Kurdistan û Iraqê dê beşdariya vê qehremaniyê bibe, li demsala bihurî jî yaneya Dihokê karîbû dîrokê tomar bike wekî yekem yaneya Kurdistanî û Iraqî karî vê qehremaniyê bi dest xwe ve bîne.