Tirkiye ji Îraqê çi dixwaze?
Rawestandina petrolê wekî kaxezeke zextê: Tirkiye ji Îraqê çi dixwaze?

Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar ragihand ku di peymana nû de divê mekanîzmayek hebe ku xet bi kapasîteya xwe ya tam were bikaranîn û da zanîn ku dibe bi Amerîkayê re peymaneke nû ya LNGyê jî were kirin.
Alparslan Bayraktar ragihand ku kapasîteya rojane ya xeta boriya petrola xam a Îraq û Tirkiyeyê 1,5 milyon bermîl e lê ti carî negihiştiye kapasîteya xwe ya tam.
Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê got, "Me di salên borî de ji bo ku ev xet bixebite gelek hilberîn kir.
Me got ku di pêşnûmeya peymana nû de divê mekanîzmayek hebe ku bikaranîna tam a vê xetê misoger bike."
Bayraktar piştî Civîna Kabîneyê ya li Koşka Serokkomariyê bersiv da pirsên rojnamegeran.
Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê diyar kir ku di navbera Îraq û Tirkiyeye û de pêvajoyeke berfirehtir a hevkariya enerjiyê dest pê kiriye û got, "Di vê çarçoveyê de biryar hatiye dayîn ku peymana heyî 27ê Tîrmeha 2026an bi dawî bibe.
Bi peymana nû re, di projeyên petrola xam û gaza xwezayî de hevkariyeke berfireh tê armanckirin."
“Divê xet bi kapasîteya tam were bikaranîn”
Bayraktar da zanîn ku di xeta boriya petrola xam a Îraq û Tirkiyeyê de niha ti herikîn tune ye û wiha li pey çû:
"Kapasîteya vê xetê hema hema rojane 1,5 milyon bermîl e lê niha wekî ku tê zanîn ti herikîn tune ye.
Dema ku diherikî jî ti carî bi kapasîteya tam nexebitî. Me di salên borî de ji bo ku ev xeta boriyê tam bixebite gelek hilberîn kir.
Min ev yek di civîna OPECê de ji Wezîrê Petrolê yê Îraqê Heyan Ebdulxenî re jî got.
Me got ku divê di pêşnûmeya peymana nû de mekanîzmayek hebe ku bi kar anîna tam a vê xetê misoger bike."
“Di dabînkirina kehrebayê de pirsgirêk tune”
Wezîr Bayraktar li ser rekorên bi kar anîna kehrebayê yên demên dawî jî axivî û tekez kir ku di dabînkirina daxwazê de ti pirsgirêk çênebûye.
Wezîrê Enerjiyê û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê got, "Em neçar man hin santralan bigirin, ji ber ku em ditirsiyan şewat zererê bide wan."
Ji ber wê çend saetan pirsgirêkek me çêbû lê ti pirsgirêk derneket. Li Bandirmayê şewatek nêzîkî santralê hebû. Ji xeynî wê tiştek tune."
Çavkanî: Rûdaw