Konsulxaneya Giştî ya Amerika li Hewlêrê belgeyeke kevnar belavkir

Konsulxaneya Giştî ya Amerika li Hewlêrê eşkere kiriye ku pasaport yê welatiyeke Kurdê Iraqê ye û her wiha spasiya Kek Bawer Fexredîn Selîm dikin

Aug 18, 2025 - 10:05
Konsulxaneya Giştî ya Amerika li Hewlêrê belgeyeke kevnar belavkir

Konsulxaneya Giştî ya Amerika li Hewlêrê li rûpela xwe ya fermî ya li ser tora civakiya facebookê Pasaporta bazirganeke Kurd belav kir ku di sala 1928 an de li Bexdayê di dema Şahinşahiya Iraqê de hatiye wergirtin.

Konsulxaneya Giştî ya Amerika li Hewlêrê daye zanîn ku Pasaport belgenameyeke ku hêsankariyê dike heta xelk bikarin bi kulturên xwe yên li navçeyên cûda cûdayên cîhanê bêne nasîn û ji bo encamdana karê bazirganiya navdewletî jî girînge. Me pê xweşe wêneya pasaporteke kevin ya di dema Şahnişîna Iraqê bi we re parve bikîn ku li sala 1928 li Bexdayê hatiye derxistin. 

Her wiha Konsulxaneya Giştî ya Amerika li Hewlêrê eşkere kiriye ku pasaport yê welatiyeke Kurdê Iraqê ye. û her wiha spasiya Kek Bawer Fexredîn Selîm dikin ji bo bi me re parvekirina beşek ji dîroka malbata xwe û Iraqê.