Dihok jî bi "Kemera Kesk" tê dorpêç kirin

Dihok "Kemera Kesk" Li xwe dipêçe: Çiyayên bajêr bi daran tên xemilandin

Aug 18, 2025 - 10:36
Dihok jî bi "Kemera Kesk" tê dorpêç kirin

Ji bo zêdekirina rêjeya keskatiyê û xweşikkirina jîngehê, projeyeke berfireh ji bo keskandina çiyayên Zawa û Sipî yên ku bajarê Dihokê dorpêç dikin, ketiye warê cîbicîkirinê. Tê payîn ku ev proje bibe sedema guherîneke mezin di sîma û keşûhewaya bajêr de.

Bajarê Dihokê ku di navbera du çiyayên serekî de ye; Çiyayê Zawa li başûr û Çiyayê Sipî li bakur, niha ber bi pêşerojeke kesktir ve gavan davêje. Li gorî berpirsên projeyê, komîteyeke taybet ji bo serperiştiya kar hatiye avakirin û amadekarî hatine kirin ku di zûtirîn dem de dest bi cîbicîkirinê bê kirin.

Rêveberê Daristan û Çavkaniyan li Parêzgeha Dihokê Kawa Sebrî ji K24ê re got: “Ev projeyeke stratejîk e û dê mifayeke gelekî mezin ji bo navenda parêzgeha Dihokê hebe. Ew ê rêjeya keskatiyê zêde bike, asman paqijtir bike û bandoreke erênî li ser kêmkirina germa havînê bike. Herwiha dê bibe navendeke geştiyarî ya giring.”

Ev pêngav di demekê de tê ku di salên borî de ji ber sedemên cuda, wekî hişkesalî û şewatan, zirareke mezin gihîştibû daristan û keskatiya li ser van çiyayan. Welatiyên bajêr jî bi kêfxweşî pêşwaziyê li vê projeyê dikin û wê wekî "kemera kesk a Dihokê" binav dikin.

Nûnerê Şaredariya Dihokê Hişyar Weysî amaje bi wê yekê kir, ji ber şewat û guherîna keşûhewayê, dar li çiyayan nemane û got: "Gelek giring e ev kar bê kirin. Ev derfet e ku careke din rengê kesk li çiyayên me vegere."

Li gorî amaran, niha li bajarê Dihokê 145 baxçeyên nav taxan û 10 parkên giştî hene. Herwiha kar li ser çêkirina du parkên mezin ên bi navê Newroz û Serhildan li rojhilat û rojavayê bajêr berdewam e. Bi temambûna van projeyan, tê çaverêkirin ku rêjeya keskatiyê li Dihokê bigihîje ji sedî 20.

Serkeftina projeya keskandina çiyayên Zawa û Sipî ne tenê girêdayî hewlên hikûmetê ye, lê di heman demê de pêwîstî bi hevkarî û parastina welatiyan jî heye da ku ev sermayeya neteweyî ji bo nifşên paşerojê jî were parastin.