Roja rêberî û rêbazê
Serok Barzanî, ew Pêşmergê ku ne di qesran da, belku li bin sîbera alayê pîroz li Komara Kurdistanê li (Mehabadê) ji dayik bû û temenê wî yê 79 salî, salnama zîndî ya vê xebatê ye
Mehdî Husên Mihemed
Roja 16 Tebaxê, ne bi tenê rojeka asayî ye di dîroka me da, belku ew roje ya ku çarenivîsa doza Kurdî têda bi polayê baweriyê hatîye avakirin. Roja ji dayikbûna serkirdeyekî û damezrandina rêbazekê ye.
Li 16 Tebaxê, demê ku ewrên reş yên bêhîvîbûnê li ser asmanê Kurdistanê kombûbûn, du rûdanên mezin yên dîroka me ya nû nexşandî, pêkve çêbûn:
Yekem, çirayeka pirî nûr hate hilkirin, xwendingeha Kurdayetiyê, Partiya Demokrata Kurdistanê, hate damezrandin.
Du, di heman rojê da, ew kesê ku diviya bibîte zêrevanê vê nûrê, Serok û sembola xweragiriyê, Mesûd Barzanî, çavên xwe bi dinyayê vekirin.
Ev e ne bi tenê rêkefteka asayî ye, belku hîkmeta qederê bû ku viya qelahîya milletî û zêrevanê wê, leş û giyan, pêkve bihêne di dinyayê da ku bibine sitûna qaîm ya hîviyên gelekî.
Partî: Ew xwendingeha siyasî ya ji bin sîbera Barzaniyê Nemir, heta evro ya berdewame li ser parastina destkeftan. Ew ne bi tenê partiyeke, belku çîroka 79 salane ya milletekî ku nasnameya wî bi xwîna şehîdan hatîye nivîsîn û bi xweragiriya Pêşmerge hatîye parastin. Ew senkere yê ku di her bayekê jehrîn da, milletê me xwe lê girtî.
Serok Barzanî, ew Pêşmergê ku ne di qesran da, belku li bin sîbera alayê pîroz li Komara Kurdistanê li (Mehabadê) ji dayik bû û temenê wî yê 79 salî, salnama zîndî ya vê xebatê ye. Her rojeka jiyana wî, rûpeleke ji dîroka berxwedaniyê. Ew ne bi tenê Serokeke, belku wêneyê zîndî yê vê rêbazê ye, babê rohî û parêzerê ax û kiyanê Kurdistanê Mela Mistefayê Barzanî bû û Serok Mesûd Barzanî rêpêderê wê ye.
Lewra, li vê roja pîroz, demê em bîrînana van dû rûdanan dikeyn, em di rastî da peymana xo nû dikeyn. peymana wefadariyê bo rêbaza pîroza Barzaniyê Nemir û hemî şehîdên rêka azadiyê.
Em salvegera damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê û rojbûna cenabê Serok Mesûd Barzanî bi destkeft û dîrok bo ta hetaya Kurdistanê bi nav dikeyn.
Gav Tv