Tirkiye ji Iraqê dixwaze bermîlek neft li hember bermîlek avê danustandinan bike

Tirkiye bermîleke avê li hember bermîleke neftê bi Iraqê re diguherîne

Aug 19, 2025 - 20:27
Tirkiye ji Iraqê dixwaze bermîlek neft li hember bermîlek avê danustandinan bike

Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Iraqê dibêje, Tirkiye di danûstandina xwe ya bi Iraqê re dixwaze bermîleke avê li hember bermîleke neftê biguherîne, ew jî li dijî vê mijarê nînin û dixwazin li hember zêdekirina berdana avê, hemû projeyên avdanê û bendavan ligel projeyên din ên veberhênanê bidin Tirkiyeyê.

Ji bilî ava baranê, gol û bendavan, Iraq % 90 pişta xwe bi ava ku ji Tirkiyeyê tê, girê dide. Tevî lihevkirinan jî, Bexda ji para xwe ya avê ne razî ye û dibêje, ew di qeyraneke dijwar a kêmbûna avê re derbas dibe. Vê yekê bandor li ser hemû sektorên jiyanê û çandiniyê kiriye.

Ewn Ziyab, Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Iraqê, di hevpeyvînekê de amaje bi wê yekê kir ku pirsgirêka avê di navbera Bexda û Enqereyê de xwedî dîrokek e, bi taybetî dema ku Serokwezîrê berê yê Tirkiyeyê Suleyman Demirel ji rayedarên Iraqê re gotibû, "Nefta we heye û ava me jî heye," ango bermîlek neft li hember bermîlek av. Niha bermîleke avê ji bermîleke neftê gelek bihatir bûye.

Li gorî gotina Ziyab, Iraq li ser vê cure danûstandinê ti nerazîbûn nîşan nade, lewma daxwaz ji Tirkiyeyê kirine ku were û li welat projeyan pêk bîne û ew ê jî ji dahata neftê pereyê bidin wan. Li gorî peymanan, biryar e projeyên avdanê û bendavan bidin şîrketên Tirk, lê heta niha wan projeyên xwe yên di derbarê çawaniya cîbicîkirinê de neşandine.

Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Iraqê her wiha dibêje, her çiqas rayedarên Tirkiyeyê soz didin ku avê berdin jî, "Me weke Iraqê peymaneke nivîskî û pabendker ligel Enqereyê nîne ku em wan neçar bikin para ava Iraqê ji her du çemên Dîcle û Firatê berdin."