Rêxistina Hengaw: Di heşt mehan de 116 Kurd li Îranê hatine sêdaredan
Her wiha amaje bi wê yekê jî kir ku niha nêzîkî 70 girtiyên din ên siyasî yên Kurd li girtîgehên Îranê cezayê îdamê li ser wan hatiye sepandin û metirsiya cîbicîkirina cezayê wan heye.
Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê, amarek metirsîdar di derbarê sêdaredan û îdamkirina li Îranê belav dike û radigihîne, ji destpêka îsal ve 800 kes ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve hatine sêdaredan, ku 116 kes ji wan welatiyên Kurd bûne.
Li gorî salên borî, rêjeya îdamkirinê li Îranê bi awayekî berçav zêde bûye, bi taybetî piştî zêdebûna aloziyên di navbera Îran û Îsraîlê de. Ev yek bûye sedema dilgiraniyeke kûr li cem çalakvan û rêxistinên mafên mirovan li ser asta navxweyî û navdewletî.
Li gorî amarên tomarkirî yên Navenda Amar û Belgeyan a Rêxistina Hengaw, di nav 800 kesên hatine sêdaredan de, 22 jin û zarokekî di bin 18 saliyê re jî hebûn.
Erselan Yarêhmûdî, Serokê Rêxistina Mafên Mirovan a Hengaw, ji medyayan re ragihandiye ku ji wê hejmarê 116 kes Kurd bûne û hinek ji wan girtiyên siyasî bûne.
Her wiha amaje bi wê yekê jî kir ku niha nêzîkî 70 girtiyên din ên siyasî yên Kurd li girtîgehên Îranê cezayê îdamê li ser wan hatiye sepandin û metirsiya cîbicîkirina cezayê wan heye.