Piştevanê Serokê Herêmê bin û Kurdistan parastî dibe
Divê hemû partî û aliyên siyasî jî bawerî bi Serokê Herêmê hebe ji bo çareserkirina pirsên girîng û aloz ên ku heta niha nehatine çareser kirin.
Behre Mihemed
Digel hebûna van hemû kêşe û aloziyên ku di navxweya Herêmê de hene, ligel hebûna nakokiyên zêde digel Iraqê, û çarenivîsa navçeyê ku berdewam di guherînên jeopolîtîk û siyasî de ye, Serokatiya Herêmê dikare di vê demê de, rola çareserî û yekalîkirina çend pirsên bingehîn bilîze...
Ji ber ku ew yekane cih e ku niha dikare nûnertiya Herêma Kurdistanê di çareserî û yekdengiya Kurdan de bike.
Nêçîrvan Barzanî bi xwe, ku Serokê Herêmê ye û serkirdeyekî miyanrew û ji aliyê piraniya partî û kesayetiyên siyasî ve qebûlkirî ye, dikare roleke gelek mezin û bi bandor ji bo rizgarkirina rewşa Herêma Kurdistanê ji gelek aliyan ve bibîne.
Wekî mînak, wekî destpêkek ji avakirina hikûmetê ve dest pê bike ku Serokê Herêmê bi xwe û Serokayetiya Herêmê dikarin di zûtirîn dem de vê pirsê yekalî bikin û kabîneya nû ava bikin. Di pirsa nakokî û kêşeyên di navbera Hikûmeta Herêmê û Bexdayê de, dîsan Serokê Herêmê bi xwe û Serokatiya Herêmê dikarin bi serdanek û civîneke ciddî ligel hikûmeta Bexdayê çareseriya tevahiya kêşeyan bikin. Ji ber ku Nêçîrvan Barzanî wekî Serokê Herêmê xwedî karîzma û pêgeheke bihêz e ligel partiyên Şîe û Hikûmeta Bexdayê, û axaftin û civînên wî bi ciddî têne wergirtin.
Niha jî daxwaza xelkê ew e ku di wê baweriyê de ne ku çûna Nêçîrvan Barzanî bo Bexdayê dikare bi civîn, şiyan û dîplomasiya xwe çareseriyeke bingehîn ji kêşeyan re bibîne, ji ber ku di rabirdûyê de ev yek hatiye selmandin ku Nêçîrvan Barzanî karîbûye deriyên gelek mezin li ber Kurdistanê veke û çendîn caran Kurdistan ji gefên ciddî parastiye.
Wekî mînak 16 ê Cotmeha 2017 an, şerê îsal ê Îran û Îsraîlê, di her du bûyeran de Nêçîrvan Barzanî ji bo Herêmê xilaskar bû ku bû sedem ku Kurdistan parastî be û di wî şerî û gengeşeyê de parastî bimîne û bê ziyan jê derkeve.
Li hundir û navxweya Herêmê jî, ji ber hebûna pêwendî û nêzîkatiya wî bi partiyên siyasî re, dikare yekhelwestî û yekdengiya Kurdan li hemberî gelek pirsan yekalî bike.
Li gorî nêrîn û baweriya piraniya kesayetiyên siyasî û raya giştî, ew di wê baweriyê de ne ku Nêçîrvan Barzanî wekî Serokê Herêmê di vê qonaxa hestiyar û girîng de dikare Herêmê ber bi peravên aramiyê ve bibe û dikare gelek pirsên girîng çareser bike. Ji ber ku Nêçîrvan Barzanî hem wekî xwe ku xwedî kesayetiyeke bilind e di karê dîplomasî û lîstina rolê di çareserkirina kêşeyên mezin de, hem jî wekî Serokê Herêmê ku di pêgeheke şer'î û yasayî ya Kurdî de ye û li ser asta Iraq û navdewletî de hesabê ji bo pêgeh û karakterê wî tê kirin.
Divê hemû partî û aliyên siyasî jî bawerî bi Serokê Herêmê hebe ji bo çareserkirina pirsên girîng û aloz ên ku heta niha nehatine çareser kirin.