Ji doh heta îro Çîroka "Birayên me yên Kurd"...
"Bêguman peyv, ew hişbirên herî bi hêz in ku mirov bikartînin." Rudyard Kipling
Celal Temel
Di destpêka Şerê Cîhanî yê Yekem de, di dema amadehiyên bi zorê veguhestin û tehcirê Ermeniyan de, yek ji mezintirîn tirsên desthilata Osmanî ya wê demê, Îtîhad û Tereqî, îhtîmala hevkariya Ermenî û Kurdan li dijî Osmaniyan bû. Talat, Serokê Partiya Îtîhad û Tereqî û Wezîrê Navxweyî yê wê demê, di peyameke (telgrafeke) xwe ya 9ê Adara 1915an de ji walîyên Erzirom, Bedlîs û Wanê re, bi fikara hevkariya Ermenî - Kurdî wiha digot:
"Ji ber ku îhtîmala Ermenîyan heye ku bi Kurdên ku li hin deveran dikarin bên xapandin re bibin yek û li dijî Hikûmetê tevbigerin, divê bê ragihandin gelo di nava wilayetê de îhtîmala çalakî û tevgeriyeke bi vî rengî heye an na." (Fuat Dündar, Modern Türkiye’nin Şifresi, Weşanên İletişim, 2015, r. 274 (Arşîvên Serokwezîrîya Osmanî, DH ŞFR 50/210))
Di civînên nepenî yên Îtîhad û Tereqî de, dihat nîqaşkirin ku di paşerojê de xetereya Kurdan dê ji metirsiyên Ermenî û Rûsan mezintir be. Li gorî gotinên Celadet Alî Bedîrxan, Enver Paşa di dema şer de digot, "Têkçûneke Kurdî ya ji hundir, ji têkçûneke Rûsî ya ji derve metirsîtir e." (Hasan Hişyar Serdî, Nêrîn û Bîranînên Min, Weşanên Med, r. 135)
Îtîhadçiyên ku li pişt deriyên girtî van tiştan digotin, li derve polîtîkayeke durû dimeşandin û digotin, "BIRAYÊN ME YÊN KURD di bin tehdîda Ermenî û Rûsan de ne, ji bo parastina wan divê ji herêmê bên dûrxistin." Di encama vê polîtîkayê de, pêşî Tehcîra Ermeniyan a sala 1915an a naskirî, paşê jî Tehcîra Kurdan a sala 1916an a nenas hate kirin.
Erê, Îtîhadçiyan, "Ji bo parastina birayên xwe yên Kurd!", di sala 1916an de mîlyonek Kurd ji Herêma Serhedê (wîlayetên Erzirom, Bedlîs, Wan) ber bi hundirê Anatolyayê ve şandin ber mirinê…
Îro, di doh de veşartî ye. Îro... Tiştî ku divê Kurd biparêzin, "Biratî" Nîn e, Lê "Wekhevî" ye… Ji ber ku, "Biratî" Di Navbera Mirovan de, "Wekhevî" di navbera gelan de dikare hebe…