Papayê Vatîkanê pêşwaziya Wezîrê Veguhestin û Gihandinê yê Kurdistanê kir

Eno Cewher, Wezîrê Veguhestin û Gihandinê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi Papayê Vatîkanê re civiya.

Aug 26, 2025 - 14:11
Papayê Vatîkanê pêşwaziya Wezîrê Veguhestin û Gihandinê yê Kurdistanê kir
Eno Cewher û Papa Leo

Eno Cewher, Wezîrê Veguhestin û Gihandinê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi Papayê Vatîkanê re civiya.

Wezîrê Veguhestin û Gihandinê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi çend berpirsên hikûmî, kesayetî û rêberên siyasî û yasadanerên Katolîkî ji seranserê cîhanê, di hevdîtineke taybet de ji nêz ve bi Papayê Vatîkanê û Serokê Dêra Katolîk a cîhanê Papa Leo (Lavon) ê Çardemîn re civiya.

Li gorî daxuyaniya civînê, di vê hevdîtina li Vatîkanê de çend berpirsên Koşka Spî û şêwirmendên nêzîkî Serokê Amerîkayê Trump û çendîn kongresmenên Amerîkî ji Komarî û Demokratan û çendîn rêber û endamên NATO yê û parlamenterên Yekîtiya Ewropayê û welatên Asya, Afrîka û Amerîkaya Latîn û kardînalên Dêra Katolîk jî amade bûn.